Diyarname
Hate gotin ku Gulf Stream a herikîna ava germ bandora xwe winda kiriye û parzemîna Ewropayê wê zivistaneke gelek sar derbas bike ku ev hezar sal in li Ewropayê sermayeke wisa nehatiye dîtin. Li Tirkiyeyê jî aliyê rojhilatê Tirkiyeyê wê bikeve bandora vê sermayê.
Malpera Russia Today (RT) ku bi îngilîzî weşanê dike zanyarên polonî gotine ku herikîna ava germ Gulf Stream ku ji Kendava Meksîkayê heta ber bi bakurê Okyanûsa Atlasê herikîna wê didome, nîve nîv ev herikîna wê kêm bûye. Ji ber vê kêmbûnê wê herikîn nikaribe bi bayê sar ê Cemsera Bakur û parzemîna Ewropayê wê bi zivistaneke gelek sar re rû bi rû bimîne.
Zanyarên polonî radigihînin ku ev dê sermaya diwar a hezar salên dawî ya li Ewropayê be.
Zanyar vê jî lê zêde dikin: Ger herikîna Gulf Streamê raweste li Ewropayê dê Serdema Cemedê ya nû dest pê bike.
Ji navenda texmîna hewayê ya Fobos a Rus pispor Vadim Zavodçenkov jî gotiye ku dibe ev senaryoya texmînî ya zivistanê rast derkeve. Di heman demê de Zavodçenkov ragihandiye ku îstatîstîkên metorologan ên li ser havîna borî zêde bi kêr nehatine.


