logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Bîenala êrîşkirina li ser Ferhad Pîrbalî dest pê kiriye

Xuyaye ku em ê êdî her ji du salan carekê bibihîzin ku li Hewlêra Başûrê Welêt hin kesan êrîşî nivîskar, akademîsyen, re

  • Dîrok: 30/05/2019
  • Beş: Serbest

Ferîd Demîrel

Xuyaye ku em ê êdî her ji du salan carekê bibihîzin ku li Hewlêra Başûrê Welêt hin kesan êrîşî nivîskar, akademîsyen, rexnegir Ferhad Pîrbalî kirine. Û xuyaye ku êdî her biçe ev êrîş wê ji bo me bibe rewşeke asayî. 
Em ê ji niha û pê de navê vê rewşê bikin bîenala êrîşkirina li ser Ferhad Pîrbalî. Bîenal ew cure bernameya hunerî û çandî ye ku her ji du salan carekê pêk tê. 

Erê, piştî du salan dîsa li Hewlêrê êrîşî Ferhad Pîrbalî kirine. 

Bûyer roja 28'ê gulanê li Hewlêrê pêk hatiye. Li gorî daxuyaniya Ferhad Pîrbalî du kes çûne mala wî û êrîşî wî kirine. Li ser medyaya civakî vîdeoyek derbarê bûyerê de hatiye belavkirin. Tenê 15 saniye ye ev vîdeo. Tê de Ferhad Pîrbal xuya dike. Li erdê rûniştiye û ser û cilên wî di nava xwînê de ne. 

Ji kesên ku dîmenên wî dikişîne re dibêje “dîmenê min di vî halî de nekişîne.”
Piştî ev vîdeo belav bûye, hin kesan îdîa kir ku pirtûkxaneya wî bi ser serê wî de hatiye xwarê û serê wî şikestiye. 

Ji ber ku heta demeke dirêj ji bilî vê vîdeoyê tu zanyariyeke din tune bû, min got dibe ev zanyarî rast be. Piştî demekê NRT TV'yê hevpeyvînek bi Pîrbalî re kiriye û weşandiye.

Bi qasî ku min şopan ji bilî vê weşanê, medyaya Başûr jî çavê xwe ji vê bûyerê re girtî ye. Navê vê di lîteratura medyayê de otosansur e. Her wiha dezgeh û saziyê rewşenbirî, nivîskar, komelgeyên medenî, yên mafên mirovan jî bi qasî ku min şopandiye, bertek nîşan nedane. Nizanim Ferhad Pîrbal endamê PEN'a Kurdan e yan na lê endam be ne endam be, di rewşeke wisa de diviyabû vê dezgehê derketa û daxuyaniyek bida, ji rayedaran bixwesta ku lêkolîn û lêpirsîna vê mijarê bikin. 

Pîrbalî di weşana NRT TVyê de gotiye ku rastî êrîşê hatiye. 

Bi vê daxuyaniya wî derdikeve holê ku hin kesan êrîş birine ser Pîrbalî.

Dîsa duh Ferhad Pîrbalî li ser hesabê xwe yê Facebookê di weşana zindî de axivî ye. Ev vîdeo hê jî li ser hesabe wî yê Facebookê heye. Vîdeo 18 deqîqe û 45 saniye ye. Ferhad Pîrbal bi xwe kişandiye ev vîdeo. 

Pîrbal hin îdîayên cidî aniye ziman. Pîrbal, Serokê nû yê Başûr Nêçirvan Barzaniyî tê de gelek rayedar û rêveberên Başûr tohmet dike. Nabêje bê kî êrîş birine ser wî lê di du sê cihan de dibêje ku 12'ê Hezîranê (Pûşperê)  ew ê bersivek bide Nêçîrvan Barzanî û bi vî awayî Nêçîrvan Barzanî di bin tohmetan de dihêle. 

Li gorî ku xuya dike heta dema min ev nivîs dinivîsand, rayedarên Başûr derbarê vê bûyerê de tu daxuyanî belav nekiribûn.
Pîrbal di vê vîdeoyê de behsa desteserkirina xwe dike ku 11'ê adara 2018'an pêk hatiye. Bi tohmeta ku “êrîşa li ser mafên şexsî” kiriye hêzên asayişê li Hewlêrê ew desteser kiribûn. Piştî desteserkirina wî li Başûr û hin kesên li Bakur îdîa kiribûn ku dêrûniya Pîrbalî ne baş e û divê ew li nexweşxaneyê were razandin. Yanî bi gotineke din, dixwestin bibêjin ku Pîrbal dîn bûye, ji ber wê ye van tiştan dike. 

Ferhad Pîrbal di vîdeoya xwe ya li ser Facebookê de behsa vê bûyerê dike û îdîa dike ku ji malbata wî 11 kesan destûrname dane Nêçîrvan Barzanî û di encama vê de ew hatiye desteserkirin. Yanî dîsa Nêçîrvan Barzanî tohmet dike. 

Nivîskar û akademisyenekî ne ji rêzê ye Pîrbal. Ne li gorî qalibên civakê difikire. Rexneyên tûj li siyasetê, li rêxistinan, partiyan dike. Ev rexne ne li gorî daxwaz, bendewarî û berjewendiyên van derdoran e. Ji ber wê ye ku dema êrîş li ser Pîrbalî çêdibin, rasterast ev derdor di bin tohmetê de dimînin. 

Îdîayên Pîrbalî rast in an ne rast in, di nava demê de dibe ku derkevin holê. Lê îdîayên cidî ne. 

Lê ger ku tiştek bi serê Ferhad Pîrbalî de bê, wê berpirsiyar, rayedar, rêveber, desteya serokatiyê û hikumeta Başûr be. 


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nirxandina li ser “Qîza Bavê Xwe”

ad

Festîvala Şanoyê ya Stenbolê dest pêkir

ad

Transfera salê bi 42 mîlyon euroyî pêk hat

ad

Juriyên Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê eşkere bûn

ad

Zilamek û Zimanek

ad

Di nav qelewan de tirsa korona mezin e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname