Teknîsneyenekî kanalekî televîzyonê li odeya rejiyê li fîlmê porno temaşe dikir. Bi şaşî pê li pişkovek kir û fîlmê porno li ser ekranê hat nîşandayîn.
Li Polinezyaya Fransayê (li Pasîfîka Başûr) du kanal weşanê dikin. Yek ji wan Tahiti Nui TV ye. Di dema weşana hevpeyvîneke zindî de teknîsyenekî di odeya rejî de ji aliyekî ve karê rejiya bernameyê dikir ji aliyê din ve li fîlmê porno temaşe dikir. Û dema hevpeyvîn bi dawî bû ji dêvla ku pêl li bernameya di rêzê de bike, bi şaşî pêl li pişkova fîlmê ku lê temaşe dike kir û fîlmê pornoyê derket pêşberî temaşevanan.
Bûyer di 3'yê adarê de qewimî. Dîmen bi giştî 52 saniye li weşanê man, ji gel û temaşevanan lêborîn hate xwestin lê fêde neda. Gel reaksiyonên dijwar şanî dîmenên ku berî nîvro derketin pêşberî gel. Bûyera
Û di dawiyê de teknîsyen ji kar hat avêtin.


