Carina divê mirov biwêre rûne û ratsiya xwe ji xwe re bibêje. Ne ku xwe bike mîhenga vê dinyaya heyî, ne jî xwe di ker-kor û laltîyê jî deyne. Car tê divê mirov biwêre xwê di birînê wer ke û bibêje ‘qral bê derpê ye!’
Ev çend car e, di medyaya civakî de em dibînin, li başûrê me, di bin sî û hukmê me de, rewşenbîrekî ji kezeba me, dibe hedefa êrîşa hin kesan. Ser û çavên wî tên reşûşînkirin.. serê wî tê şikandin. Çi zanim.. çawa bibêjim, lêdidin ha. Lêdaneke kirêt û bi derbên ‘xayînane’.
Ferhad Pîrbal çima dibe hedefa van êrîşan û herêma Kurdistanê çima nikare nivîskarekî ji êrîşên weha kirêt biparêze?
Ev rêbaz xwe digihîne kîjan têgihîştinê? Terbîyekirina nivîskar, rewşenbîran di civakên nesaz û nezan de çima wekî tiştekî ji parçeyek jiyanê be tê dîtin? Û gelek pirsên dîtir..
Divê em hinekî Pîrbal nas bikim. Rengekî taybet ji civaka me.. yekî xwedan soz û şêwazeke bi her awayê xwe taybet. Heta bêjî kurd, heta bêjî mirovperwer û dilsozê qak û bîra niştimana xwe. Rewşenbîrekî asî û bêpaxav.. heman wext jî heta ber erşê Xwedê bê minet.
Ew, kurdekî ji vê dinyaya berze ya me hemûyan. Her kulma li serûçavên Pîrbalî dixin, heman demê li dev û difna me hemû nivîskarên kurdî dixin.
Bi ya min divê em rûnin û dîsa vê pirsê biwêrin ji xwe bikin: Em li kê dera vê doz û mesela xwe ne?
Di serî de divê em hin rastiyan qebûl bikin. Di halê hazir de li welatê me hizirkirin bi serê xwe sergêjiyeka mezin e û îlem kelem di desthilatan re diçe. Çi rengê vê desthilatê derekî be çi jî navxweyî ferq nake.. heke feraseta demokrasiyê bi pêş neketibe, encam mixabin weha ye. Cihê mixabinê ye, ev reftarên me nîşanên hindê ne ku her diçe em bêhtir dişibin serdestên xwe û reftarên wan, roj tê em bi xwe li xwe dikin. Yanî mîna xwekujî, xwepişaftin û wekî din..
Divê em rûnin û vê rastiya civaka xwe deynin ber xwe. Heçî em in, di meydana siyasî de heta radeyekê hene. Di meydana rewşenbîrî de tune ne. Lewra jî li welatê me, çi Bakur çi Başûr heta astekê tu çend pêgirê desthilata navxweyî ewqasî xwedan gotin î. Nexwe wekî dîtir lêdana li Pîrbal, bi fîzîkî nebe jî, bi awayên dîtir mîna deralîkirinê, bêîtibarhiştinê û awayên cur bi cur tê kirinê.
Yanî Pîrbal ne qurbanê bi tenê ye, em gelek bi awayên dîtir tevnê heman rîsî ne. Mi-xa-bin, sed mixabin!
Divê em vê rastiyê li xwe deynin ku civakên wek civaka me, heta destgirtineka siyasî ya qewîm nebe çi kes nikare du keviran li dîwarê xwe bike. Ku hewl da bike di serî de divê ligel serdestan bi desthilata navxweyî re jî şerekî bi ber û herrî bike. Çima weha ye?
Çimkî rêxistin û dozgerên me yên li meydanê, rewşenbîr nîn in. Bi qalibên teng û sînorkirî cîhanê dinêrin û mixabin “doxme” nîrekî qewî giran e li welatê me. Gava “yên me” dikin doxmeyan bihilînin, îja “doxmeyên xwe” datînin şûnê. Li taxa me, herifandin tune ye, carina tenê destguhartin çêdibe.
Lewra jî yekî mîna Pîrbal, li vî aqilê me yê sivik ê zêde polîtîze ‘giran’ tê.
Lewra jî yekî xwedan bîr û boçûneke bilind di vê civaka xwendin ‘nizim’ û bazarperest ‘tal’ tê.
Lewra jî yekî xwedan raman û danênaneka di asta cîhanê de li vê cihana me ya ‘xal û xarzatiyê’ ‘jehrdar’ tê.
Madem gotin hate hasilê min divê vê pirsê bikim ji me, ji xwe; gelo kîjan ji me bi nivîsa xwe heye? Bi peyva xwe? Ez niha dengê we dibihîzim..
Heyran divê em qebûl bikin, ya serdest û hêzên kolonyal li me dikin, roj tê, em bi xwe li xwe dikin. Em bi xwe têra hev dikin. Hewceyî çi kesê dî nîn e. Ka bibêjine me, nivîskarno, kî paxavê bi bîr û boçûna me dike? Ma bo jiyanê, bo kawdanan, bo ayîndeyê çi gotineka me jî nîn e?
Başûr di bin hukmê desthilata me kurdan de ye. Kîjan nivîskarî li wir, di otorîteya civakê û siyasî de nîviya meleyekî mizgeftê gotina wî heye?
Ez ê behsa rojava û rojhilatê nekim.. lê Bakur? Siyaseta me ya xwecihî, çaryêka dikeve dû peyv û sewta wan qelemşorên qumaşê sêyan a civaka tirkan, hîç guhê xwe dide nivîskar, rewşenbîr an qelemşorekî kurdî? Tenê yekî bibêjin!..
Ne ku gazin an minetê ji kesekî dikim û hêviyek min heye, naxêr, tenê divê em rûnin û xwîna li eniya Pîrbal, kula Mensûrê Halacê civaka xwe rast û dilsozane li rûyê xwe bidin.
Îro em hemû Pîrbal in. Yê wî qene serê wî dişkênin, yê me ew jî nîn e.
Rastî ev e. Em di zemanekî berze de ne û serê me hemûyan xwîn dike. ew xwîn dilop dilop diçizire ser kezeba me..
Rewşenbîrino; divê em vê rastiyê ji xwe re qebûl bikin. Hêj bo me gelek û gelek maye. Di vê serdema reş û tarî de tekane çareya me, divê em hay ji xwe hebin. Hay ji bîr û dilê xwe. Hay ji rastî û bêçaretiya xwe..


