Diyarname
Hunermend Şivan Perwer piştî 9 salan du album bi hev re derxist. Almunên ku ji Pel Recordsê wekî cotealbum hatin tomarkirin bi rêzenavên Şivannameyê derketin. Albuma yekemîn navê "Gazind" lê kirine û ya din jî "Destana Rojava" lê kirine.
Di albuma "Gazind" de 10 stranan hene: "Dûr Dûr", "Dilo Yeman", "Baran", "Perîşan", "Dili Dili", "Cana Min", "Were Dilê Min", "Yemo", "Derya Evînê", "Ha Gula Min". Perwer şêwaza xwe ya klasîk digel orkestrayê di albumê de didomîne. Gotin û awazên hemû stranên albumê yên Şivan Perwer in lê ji van strana ‘Yêmo’ ji aliyê Şivan Perwer û Mahmûd Baksî ve bi hev re hatiye nivîsandin.
Di albuma "Destana Rojava" 14 stran cih girtine: ""Medya", "Yali Yali", "Dewrane", "Qamişlok", "Heyran", "Muradê", "Sînema Amûdê/Serê Kaniyê", "Bilbilê Dilşad", "Bakî Xido/Kobanî Bakî", "Cemil Horo /Efrîn", "Nail", "Dayik", "Ecnebî/Biyan", "Mihemed Şêxo".
Şivan Perwer, tarîxa nêzîk a kurdên Sûrîyeyê ku ji bo azadîya xwe li ber xwe didin, êşên wan, nirxên wan ên welatparêzîyê, hêvîyên wan û têkoşîna wan bi şîrovekirineke destanî di vê albuma xwe "Destana Rojava" de radigihîne guhdaran.
Perwer, di vê albuma ku bi şêwaza senfonîk amade kiriye de rêzdarî, heyranî û minetdariya xwe ya ji bo kurdên Sûrîyeyê ku heta niha bi fedakarî alîkarîya kurdên parçêyên din kirine û ji wan re bûne stargeh, îfade dike. Di albumê de ji xeynî stranên gelêrî, hemû gotin û awazên berheman ên Şivan Perwer in.
Her du album 18'ê vê mehê derketin û Pel Recordsê ew tomar kirin. Li Tirkiyeyê Sony Muzîk, li başûr Vîn Production albunê belav dike.
Her wiha li Berlînê roja 23'yê mehê ji bo nasandina "Şivanname"yê civîneke çapemeniyê hate li dar xistin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin



.jpg)