Diyarname
Piyanîst û bestekar Fasil Say di "Xelatên Muzîka Klasîk a Alman" ((Der Deutsche Klassikpreis- Opus Klasik 2020) de di ware "Tomara Enstrumantal a Salê" û "Hunermendê Enstrumantal ê Salê", di du waran de wekî berendam hat nîşandayîn.
Hunermend Fazil Say li ser 32'yemîn sonata Beethoven xebitî, di du salan de temam kir û îsal pêşkêşî muzîkhezan kir. Niha bi vê xebata xwe di du waran de bûye berendam.
Di 25 kategoriyan de hunermendên navdar wekî berendam hatine nîşandayîn. Yên bi ser bikevin dê payîzê bêne eşkere kirin û roja 18'ê kewçêra 2020'an bi merasimek bêne xelatkirin.
Say p iştî wekî berendam nîşandayînê ji ser hesabê xwe yê tora civakî got, "Ez hestiyar bûm û serbilind bûm. Niha ez hîn bûm ku ji bo yek ji xelatên girîng ên cîhana muzîka klasîk wekî berendam hatime nîşandayîn. Ez gelek serbilind bûm. Bi vê eleqeya hatiye nîşandayîn ez gelek dilşad bûm."