Diyarname
Yek ji mezintirîn tîmên fûtbolê yên dinyayê Barselonayê şanenava xwe avêt bin biryareke dîrokî: Lîstikvan wê peyam û sembolên nijadperestiyê bikar neyne.
Tîma Katalan Barselona ji Valenciaye lîstikvan Davit Villa bi 40 mîlyon Euroyî transfer kir. Bi qasî vê transferê madeyên ku Barselonayê di kontrata lîstikvan de nivîsandin û eşkere kirin jî balkêş bû. Tîmê xalên dijberî nijadperestiyê xistin kontratê.
Serokê Barselonayê Juan Laporta li ser xalan wisa got: "Yekem car kbûleke Ewropayê xalên dijberî nijadperestiyê dixe nav peymanekê. Piştî niha di hemû peymanên me yên bi lîstikvan re de wê xalên wisa hebin."
Li gor nûçeya Goal.com, li gor van xalan David Villa ji niha û pêde wê ku peyam û sembolên ku wateya nijadperestiyê nîşan bidin bikar neynin û di bûyerên bi vî rengî de cih negire.