Diyarname
Pirtûka Nizamiyê Genceyî "Xosrew û Şîrîn" ku wekî klasîkek dinyayê ye bo kurdî (kurmancî) hat wergerandin û çapkirin. Pirtûk ji aliyê Perwîz Cîhanî ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye.
"Xosrew û Şîrîn" berhema helbestvanê îranê Nizamiyê Genceyî ye ku qala çîroka evîneke trajîk dike. Genceyî nêzî hezar salan berê jiya ye. Texmîn ew e ku di navbera salên 1140-1208'an de jiyaye. Ew ji bajarê Genceyê ye û li wir jî miriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta kurdên Şedadî bûye.
Genceyî ku "Leyla û Mecnûn" jî berhema wî ye, di vê berhemê de dayika xwe wekî kurd dide nasandin.
Cîhanî ku ev pirtûk wergerandiye li ser Nîzamiyê Genceyî wisa dibêje, "Di edebiyata farisî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî yekemîn kes nîn e; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negehîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê farisî, üirkî, kurdî... xwestine wekî wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negehîştiye toza şînbozê wî."
Di nav pirtûkên Genceyî de "Xosrew û Şîrîn" û "Leyla û Mecnûn" derdikevin pêş. Pirtûk heta niha bi gelek zimanan hatine wergerandin û weşandin; her wiha jê şano hatine çêkirin, fîlmên sînemayê hatine kişandin. Loma jî van pirtûkan bi awayên cur bi cur bandor li gelek kesan kirine, bandor li kurdan jî kirine.
Perwîz Cîhanî li ser bandora Genceyî ya li ser kurdan jî wisa gotiye, "Bi kurdî jî, çi bi kurmancî çi bi goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine."
- Xosrew û Şîrîn / Nizamiyê Genceyî / Werger Perwîz Cîhanî / Nûbihar / 2023 / 704 rûpel
***
Hevpeyvîna ligel Perwîz Cîhanî:
- Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


