Diyarname
Li ser welatên OEFD lêkolîn hatiye kirin. Derket holê ku herî zêde li Tirkiyeyê zarokên 15 salî bi telefonê ve girêdayî ne. Dema ji amûrên dîjîtal dûr dikevin xwe bêhizûr hîs dikin.
Li gor nûçeya Euronewsê lêkolîn bi sernavê "Di serdema dîjîtal de jiyana zarokan" hatiye kirin. Derketiye holê ku li welatên OECD sedî 98'ê zarokên 15 salî xwedî telefoneke jîrek in. Ev yek xalek neyînî ye ji bo zarokan. Li gor lêkolînê zarokên di vî temenî de dema telefon ji destên wan tê girtin xwe bêhizûr an jî nerehet hîs dikin.
Lêkolîn dibêje bi sedî 29.6 Tirkiye di rêza yekem de ye. Yanê li Tirkiyeyê ji sisêyan yekê zarokan dema telefon ji wan tê girtin bêhizûr dibin, êrîşkar dibin.
Dûre bi sedî 29.2 Slovakya, di rêza sêyem de jî bi sedî 28.7 Polonya tê.
45 welatên OECD xistine lîsteyê. Di dawiya lîsteyê de bi sedî 10 Başûrê Koreyê tê.


