Diyarname
Ji bo sedsaliya kovara Rojî Kurd li Stenbolê bi beşdariya gelek nivîskarên kurd roja 16'ê mehê konferanseke hate lidarxistin.
Konferansa ku ji aliyê Koma Xebatên Kurdulojiyê ve li Zanîngeha Bîlgî beşa Santral Îstanbul li dar ket de her axifgerî li ser aliyeke Rojî Kurd sekinî. Konferansa ku serê sibê dest pê kir heta êvarê bi sê danişînan bi dawî bû.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Prof. Mete Tuncay ve hate kirin. Tuncay got ku di dema Osmanî de cureyeke xweseriyan hebû, bi Meşrûtiyetê re xweseriya kurdan ji destê wan hate girtin, ji wê rojê de heta niha têkoşîna kurdan dom kir, ev têkoşîn têkoşîna xweseriyan e.
Ji bilî Tuncay hemû beşdarên konferansê kurd bûn. Vaye ji konferansê hin not:
- Hamit Bozarslan:
Berê li Ewropayê zêdetir li ser Filistînê lêkolîn dihat kirin, niha herî zêde li ser kurdan lêkolîn têne kirin.
Rewşenbîriya kurdan li Stenbolê çêdibe. Rewşenbîriyeke bi sînor e. Hejmara wan 100 - 150'yî derbas nabe. Ew ji malbata mîran derketine. Di nav de hin ji eşrafên (mezinên) Diyarbekirê jî derketine.
'Mektebên Eşîretan' ji bo zarokên eşîran wekî rehîne bigirin hatin vekirin. Zarokên eşîrên ereb, kurd,arnawûdan li wir dixwînin. Ji bo serekên eşîretan serî hilnedin ew hinekî jî wekî rehîne têne girtin.
- Bulent Bîlmez:
Dema Osmanê di çapemeniya Osmanî û Tirkî di bin navê "Çapemeniya Osmanî" de û yên din jî di bi navê "Yên din" de weşanê dikin. Çapemeniya kurd û ermen jî di bin navê "Çapemeniya Osmanî" de weşanê dikin. Bi 22 zimanan weşan hatiye kirin. Hejmara ku me xwe gihandiye ev e.
Wê demê rewşenbîrekî bi çend zimanan nedizaniya ew rewşenbîr nedihat hesibandin. Rewşenbîrek di weşana bi zimanê xwe de li ser yekî din nivîsek binivîsanda, wî jî bi zimanê xwe di weşana xwe de bersiv dida. Rewşenbîran dikarîn bi zimanên din weşanê bixwînin, binirxînin û dîsa bi zimanê xwe bersivê bidin. Mînak rewşenbîrên ku zimanê wan ê zikmakî tirkî be û bi gelek zimanan bizanibe gelek bûn. Rewşenbîrên roja me vê yekê fêm nakin.
Li ser çapemeniya ereb, ermen bi têra xwe lêkolîn hene, lê li ser çapemeniya kurd bi têra xwe lêkolîn nîn e. Beşek lêkolînên kesan bi xwe hene.
- Malmîsanij:
(Malmîsanji li ser peyva 'rojname', 'kovar' û çapemeniya wê demê kir) Keştiyên ku ji Qahîreyê dihatin li îskenderunê li nava wan lêgerîn dihat kirin, ku rojnameya Kurdistanê heba dest didan ser.
Ebdulhemîd pirtûkên kurdî qedexe dike. Wê demê Şaredarê Uskudarê (navçeyeke Stenbolê) tê kuştin. Bi îdîaya ku kurdan ew kuştiye li hemberî malbata Bedirxaniyan fermanek tê derxistin. Hemû enramên maltabê, heta bi kurikên 11 salî, digel kesên li cem wan dixebitin jî têne sirgunkirin. 178 kesên kuhatine sirgûnkirin min diyar kirine. Digel vê yekê pirtûkên bi kurdî jî têne qedexekirin.
- Ebdulla M. Zangana:
15 sal berê li vê derê pirtûkek bi kurdî bihata dîtin jendirmeyan ew dibir. Duh min bi qasî 25 kîlo pirtûkên bi kurdî kirîn kesî tiştek negot.
Piştî Şerefxanê Cizîrî, M. Huznî Mukriyanî û M. Emîn Zekî duyemîn kesên pir li ser dîroka Kurdistanê nivîsîne ne.
- Mesûd Serfiraz:
(Qala her çar hejmarên Rojî Kurd ku derketine kir)
Li ser Selahedînê Eyûbî sekinîne. Ew wekî delîla dîroka kurdan nîşan dane. Çîroka Fûat Temo ku wekî yekem çîroka modern a kurdî tê hesibandin di hejmara duyem de tê weşandin.
Abdullah Cewled ji bo kurdan pêşniyara alfabeya Latînî dike, dîsa ji bo Osmanî pêşniyara modela dewleta Swîsreyê pêşniyar dike.
Xelîl Xeyalî nivîsa nivîskarê sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn AKsoy werdigerîne kurdî ku di warê wergerê de ev girîng e.
Rojî Kurd zêdetir bi kurmancî bû, sonranî hindik bû. Piştî girtina wê "Hetawî Kurd" dertê. Ji ber Baban di vê kovarê de serdestin soranî ku wê çaxê jêre babanî tê gotin ji kurmancî zêdetir nivîs têne weşandin.
- Tahir Baykuşak:
(Qala kurtejiyana nivîskarên wê demê yên wekî Xelîl Xeyalî, Babanzade Îsmalî, Mihemed Salih Bedirxan, Abdullah Cewdet kir, bi taybetî jî li ser Xelîl Xeyalî sekinî) Xelîl Xeyalî diyar e kirmanc e, lê ji ber di medreseyê de xwendiye bi kurmancî nivîsên xwe nivîsandiye, bi soranî jî zanibûye.
- Samî Tan:
Di Rojî Kurd de her kesî bi zimanê herêma xwe dinivîsî. Şopên devokên herêmî heye. Hin meylên zimanê yekgirtî hebûn lê zêdetir zimanê Rojî Kurd wisa bû, her kesî devoka xwe bikar dianî.
Digel ku her kes qala çîroka Fûat Temo dike jî, di Rojî Kurd de zimanê herî şikestî jî yê Fûat Temo bi xwe ye.
- Ronahî Onen:
Rewşenbîrên wê demê windabûna ziman bi windabûna netew ve girê didin. Ziman winda bibe dê netewe jî winda bibe.
Niha çawa dibêjin xwendin û nivîsandina kurdî zehmet e, wê demê jî ev gazin heye. Xelîl Xeyalî dijî vê gazin kiriye.
Îsmaîl Haqî Babanzade ji yên bi erebî û tirkî nivîsiye gazin kiriye.
Di kovarê de nîqaşa ji bo kurdan alfabeyeke çawa tê nîqaşkirin. Abdullah Cewdet ji ber meyla wî li rojava ye alfabeya Latînî pêşniyar dike. Îsmaîl Heqî Babanzade dibêje ji bo milet ji îslamiyetê dûr nekeve pêşniyara alfabeya Erebî ji bo kurdan dike. Mevlanzde Rifat jî ji ber dibêje kurd û ermen ji heman qewmê tê loma alfabeya Ûrartû pêşniyar dike. Em dibînin ku kî ji ku bandor girtiye wê alfabeyê pêşniyar dike.
- Namik Kemal Dînç:
Di dema 'Rojî Kurd' û 'Hetawî Kurd' de kurd di warê nivîsandina dîrokê de hê di destpêkê de ne.
Ew dibêjin ji bo kurd bibin netewe divê li ser dîrok û gramerê pirtûkên wan hebin.
- Gulseren Duman:
Dixwazin di warê fikrî û îktîsadî de kurd pêşbikevin, derkevin ronahiyê.
Di nivîsan de balê dikişînin ser çandiniyê, balê dikişînin ser amûrên modern ên çandiniyê ku li Ewropayê bi van çandinî tê kirin. Lê dibêjin divê ev yek ne dijî qaîdeyên Îslamê be.
Balê dikişînin ser neteweperestiya li Almanya û Fransayê ku pêş dikeve, dibêjin ji bo em pêş bikevin divê em neteweperest bin, Ew neteweperestiyê wekî pêdivî serdema modern dibînin.
- Ayhan Işik:
Di sala 1909'an de di Meclisî Mebûsan de li ser 'Sînorê Kurdistanê' nîqaş tê kirin ku sînor heta ku ye, lê ji navê dernakevin.
Hin li ser wê fikrê ne ku divê rewşenbîrên kurd vegerin ser axa xwe û xebatê bikin.
***
Foto: Cemil Oguz

Nûçeya eleqedar:
- Konferansa “Çapemeniya Kurdî ya Osmanî” li dar dikeve



