logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
news-details

Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir

Fûara Pirtûkan a Amedê li merasimekê vebû. Şaredar Baydemîr axaftineke kir û got: "Erdnîgariya ku yekem car lê nivîs hat

  • Dîrok: 18/05/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê li merasimekê vebû. Şaredar Baydemîr axaftineke kir û got: "Erdnîgariya ku yekem car lê nivîs hatiye nivîsîn bi pirtûkan re tê cem hev."

Fûara Pirtûk û Perwerdehiyê ya Amedê ku îsal yekemîn car li dar dikeve li Navenda Kongre û Fûarê ya Amedê dest pê kir. Di merasima destpêkirina fûarê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axaftineke kir. Baydemîr da zanîn ku 1100 sal berê ramanwerê amedî Seyfuddîn Amîdî ji ber ramanên xwe ji bo Bexdatê hatiye sirgûnkirin, qan du sal berê ev sirgûniya Amîd ji holê rakir û wiha berdeqam kir: "Ew xebata me yekemîn bû. Bi vê fûarê re em şanenava xwe davêjin bin gaveke din jî. Ev erdnîgariya ku yekemîn car nivîs lê hatiye nivîsîn niha bi pirtûkan re tê ba hev." Baydemîr ev gav wekî gaveke di asta şoreşê de bi nav kir, da zanîn ku xwendekar bêyî sînor hebin bi nivîskar û pirtûkan re têne ba hev û ev yek lê zêde kir: "Her sal em diçûn Stenbolê. Her ku em vedigeriyan pirtûkhezên amedî, dostên me ji me dipirssiyan 'Çima ev li Amedê li dar nakeve'. Ez vê kêfxweşiya ku me soza xwe anî cih bi her kesê eleqedar re par ve dikim."

Baydemîr cezaya ku li berpirsê karên nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat hatiye birîn jî bibîr xist, da zanîn ku fikir, nasnameya etnîkî raman çi dibe bila bibe hemû nivîskar, rewşenbîr û ramanweran di girtîgehê de divê di kurtedemê de bigihên azadiya xwe.

Şaredar Baydemîr li ser kurdî û tirkî jî wisa got: "Em dizanin hemû zimanên dinyayê bi ser siyasetan re ne û bi awayekî bê sînor, bi hêza wêjeyê a rast demokrasiya xwe ya azad û xweser afirandiye. Ez bawerim tirkî û kurdî di asta gelan de xwe bi rêya wêjeyê dikare azad bike. Ji ber vê yekê, 'ez qurbana destên ku pênûsê digirin' bim, hem bi kurdî binivîsin, hem bi tirkî. Tiştên me bi kurdî nivîsandin wergerînin tirkî, tiştên bi tirkî nivîsandin wergerînin kurdî û em her duyan bi hev re bixwînin. Ji bo azadbûnê emê kedê bidin hev."

Serokê Lijneya Şêwirmendiyê ya Fûarên Pirtûkan a TUYAP'ê Dogan Hizlan jî axaftineke kir. Paşê Baydemîr û Hizlan di standa Komeleya Nivîskarên Kurd de metna azadî ji bo Vedat Kurşun îmze kirin. Nivîskar Migirdîç Margosyan jî li standa Weşanên Arasê pirtûka xwe "Kurdan" îmze kir û da Baydemîr.

Fûara Amedê ku her roj di navbera saet3en 10.30- 19.30'î de vekiriye, heta 23'yê mehê li dar e. Ji ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin her nîv saet carekê otobus rêwîyan digirin û wan dibin fûarê, kesên bixwazin dikarin bi van otobusan herin. Her wiha çûyîna fûarê û ketina hundir bê pere ye.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Bavê Navê tê Amedê

- Bernameya Fûara Pirtûkan a Amedê eşkere bû

 

Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 23 05 2026

Şahmaranê ji nû ve dineqişîne

news
  • 22 05 2026

Ji bo piştgiriya weşanxaneyê "Rojên Pirtûkan" dan dest pê kirin

news
  • 18 05 2026

Mikail Aslan konserêke bê pere dano

news
  • 15 05 2026

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

'Selfie' û 'Tablet' ketin ferhenga almanî

ad

'Okul Tiraşi' Xelata Porteqala Zêrîn girt

ad

Efsaneyekî din jî çû

ad

Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî

ad

Berhemên serketî yên televîzyonan hatin xelatkirin

ad

Pehîzok û heyranokan şîn girêdaye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname