• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Pehîzok û heyranokan þîn girêdaye

Dîrok : 30 01 2021 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Rûkiye OZMEN

Mirovên awir mest, ji efsûniya xwezayê, guhên wan dengên qedîfe dibîhîzin, rondikên wan carna ji janan û carna jî ji þadbûna mijangan þeh dikin.  Kelecan û hiþyariya wan, harmoniya hizir û hestan diwelidîn li rabirdû û asoyê, li ser dika dil. Warê raman lê berz û hest lê gur bin, wê her huner lê biafire. Botan jî yek ji wan waran e ku landika çand û zanînê ye; serkana hunermendan e ku yek ji van þalûlê Botanê hunermend Cemalê Mihê bû. Ew berî hefteyekê, ji asîmanê me xuricî.

Pehîzok, lawik, heyranok û xizêmok sêwî hiþtin û oxira xwe xêr kir.  Cemalê mihê bi dengê xwe yê efsûnî bi dengbêjiyê, bi taybetî bi gotina peyîzokan navdar bû. Li Botanê stîlek taybet heye ku ji wan re, peyîzok, serêlî, heyranok, bêlite yan jî giranî dibêjin. Tenê hunermendên vê herêmê dikarin vê stîlê baþ bi kar bînin ku pêlên dengan diçin jêr û jor, carinan nerm û carinan hiþk dibin.

Ev stîl li Botanê li gor forma sirûþtî, fonetîka dengê ji qirikê cuda derdikeve. Dema mirov bahsa peyîzokan dike, dengê rehmetî Fadilê Cizîrî, Salihê Þirnexî û Cemalê Mihê di guhê mirov de pêl dide.

Hunermend Cemalê Mihê yek ji dengbêjên navdar ên Botanê bû. Wî stran ango lawik, peyîzok, serêlî, heyranok, bêlite gotine. Her wiha tê gotin ku bi taybetî stranên mîna “Hey li min Evdalo”, “Çiyakê Cudî” “Seydiko”, “Mîranê”, “Keçkê Dînê”, “Hey lo Delal”, “Eman Neman Çiyayê” û gelek lawikên din wî çêkirine. Bi taybetî dema Cemalê Mihê “Mîranê” dibêje, hestên mirov dikevin cezbê û dilê mirov har dibe, xwe di singa mirov de hildavêje. Dema dibêje, “Were were lê mîranê hoy lê lê, hey hey heyla li min mîranê….” Lawika Çiyayiyê li ser devê hemû Botiyan e. Ku dibêjê, “Eman Neman, de aman neman de rabe çiyayiyê…” dar û ber li ber dihelin.

Hin taybetiyên dengên stranên Botanê ku wekî, lawik, peyîzok, serêlî, heyranok, bêlîte tên katorîzekirin wiha ne:

Lawik

Lawik li herêma Botanê ji bo stranên evîniyê tên gotin.

Li hin herêman jî weke kilamên dilan, stranên dilan, goranî û kilamên evîniyê jî tê binavkirin.

Mijarên lawikan evîn, hezkirin, veqetîn û negihîþtina evîndaran e.

Pehîzok

Pehîzok dema êdî koçer ji zozan û çiyayên dadikevin deþtê û dikevine demsala payîzê tên gotin.

Ew dem dema ji hev-veqetîna evîndaran e.

Heyranok

Heyranok stranên ku mijarên wan li ser negihîþtina evîndaran, evîn û jana evînê ne.

Weke ku keç û kurê evîndar li pêþber hev bin qala evîn, jana evînê û astengiyên li pêþiya evîna xwe dikin.

Bêlîte

Bêlîte stranên dawetan ên folklorîk in. Ji bo adaptekirina karê ku tê kirin tên gotin.

Herî kêm ji hêla du kes an jî du koman ve tên gotin.

Di gelek bêlîteyan de dîsgotin yanî dubare heye. Kes/koma pêþî ji stranê bendekê distire û kes/koma pêþber jî heman bendê dubare dike.

Bi vî awayî heta stran diqede berdewam dike.

Þeþbendî

Þeþbendî ew cure stran in ku di dîwan û þevbihêrkan de herî kêm ji hêla 2 an jî zêdetir kes û koman ve tê strandin.

Berê di koþk û dîwanên mîr, beg û axayan de dengbêjan weke pêþbirk an jî kewxurê li hember hev stran distiran heta stranên aliyekî xilas dibûn an jî dev jê berdida didomand.

Destan di nav dengbêjiyê de beþ an jî cureyê herî kêm tê strandin an jî hilberandin e.

Mijara destanan li ser qewimîn û evînên dîrokî ye. Ev stran yanî destan bi saetan heta

bi rojan didomin. Weke “Destana Memê Alan”,  “Keleha Dimdimê” û hwd.

Serêlî

Stranên Serêlî jî mîna stranên pehîzokan in. Mijara serêliya piranî li ser evînê ye, lê carcaran þer û evîn, bêrîkirin û evîn, xerîbî di heman stranê de bi hev re tên jiyîn.

Jînegeriya Cemalê Mihê

Dengbêjê navdar ê herêma Botanê û mîrê peyîzokan Cemalê Mihê, di sala 1957’an de li gundê Xaniyê Kalo ku girêdayî Þirnexê ye ji dayik bûye ji Eþîra Batuyan e. Ew neçûye dibistanê.

Li Þirnexê cotkarî û karê xwedîkirina heywanan kiriye. Ew di 13 saliya xwe de zewiciye û 9 zarokên wî hene. 38 salan bi zaravayê kurmancî dengbêjî kiriye.

Bi dehan stran û kilamên herêma Botanê straye û gelek klîb çêkirine. Li gelek dîwanên dengbêjan cih girtiye û beþdarê gelek konser û bernameyên TV’an bûye.

Bavê wî li herêma Botanê zirnebêjekî naskirî bûye.

Di 6-7 saliya Cemal de bavê wî jê re xeremafonekê kiriye. Bi piranî guhdariya Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leþker û Eliyê Firamez kiriye. Ewilî di bin bandora Mihemed Arif, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî de maye. Di sala 1973’yan de ji bo karwaniyê diçe Zaxoyê û banda xwe ya yekem li Zaxo, li malekê dagirtiye. Di 1991’ê de çûye baþûrê Kurdistanê cem Îsa Berwarî, lê nabêje ez Cemalê Mihê me. Cemalê Mihê ku nexweþîna pençeþêrê lê peyda bûbû, ji kezeba  xwe emelyat dibe. Piþtî nexweþiya wî giran dibe, ew dibin nexweþxaneya Dewletê ya Þirnexê û tê tedawîkin. Li nexweþxanê bi þewba Covîd-19’ê jî dikeve. Ew dibin nexweþxaneya Amedê û mixabin li vê derê 18’ê vê mehê jiyana xwe ji dest dide. Malbatê û hezkiriyên wî termê wî ji Amedê birin li bajarê wî Þirnexê veþa

Ji Xwebûnê hatiye girtin

**

Nûçeya Eleqedar:

- Dengbêj Cemalê Mihê mir

 

 

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Yek jê kurd, sê pêþengên jin ên tibê

Yek jê kurd, sê pêþengên jin ên tibê

05 03 2021

Þerefnameya Kurdan û Mîr Þeref

Þerefnameya Kurdan û Mîr Þeref

25 02 2021

Mirov bi zimanê xwe mirov e

Mirov bi zimanê xwe mirov e

23 02 2021

Hiþkî nîþana zimanên mirî ye

Hiþkî nîþana zimanên mirî ye

23 02 2021

Ev jî hene

Yek jê kurd, sê pêþengên jin ên tibê

Yek jê kurd, sê pêþengên jin ên tibê

05 03 2021

Þerefnameya Kurdan û Mîr Þeref

Þerefnameya Kurdan û Mîr Þeref

25 02 2021

Mirov bi zimanê xwe mirov e

Mirov bi zimanê xwe mirov e

23 02 2021

Hiþkî nîþana zimanên mirî ye

Hiþkî nîþana zimanên mirî ye

23 02 2021

Ji kurê min mezin çênabe

Ji kurê min mezin çênabe

09 02 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Kurdiya yê frensî!

Welat Dilken

Omer Dilsoz

Bazeberên hilo di rêya he(y)hatê de

Omer Dilsoz

Welat Dilken

Serdema aqil çêkiriyan!

Welat Dilken

Cemîl Andok

ÇERÇÎ

Cemîl Andok

Kazim Polat

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

Kazim Polat

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname