Diyarname
Yek ji efsaneyên fûtbolê, teknîk dîrektorê swêdî Sven-Goran Eriksson di 76 saliya xwe de mir.
Teknîk dîrektorê swêdî Sven-Goran Eriksson roja 5'ê reşemiya 1948'an de li Swêdê hatiye dinê. Wî di navbera 1966 - 1975'an de fûtbol lîst. Piştî bernada fûtbolê li ser teknîk dîrektorî xebitî û 1977'an de tîma Deferfors IF bi rê ve bir.
Ji lîstikvaniya wî ya fûtbolê wêdetir, di teknîk dîrektoriya xwe de navdar bû.
Tîmên mezin wekî Manchester City, Lazio, Fiorentina, Roma bi rê ve bir. Di navbera salên 2001 - 2006'an de bû teknîk dîrektorêtîma neteweyî ya Îngilistanê.
Di serdema teknîk dîrektoriya xwe de Li Serîe A ya Îtalyayê carek bû şampiyon (lİgel Lazio), dîsa 4 caran jî Kûpaya Îtalyayê girt.
Wî Kûpaya UEFA'yê girt, dîsa kûpaya Super Kûpaya UEFA'yê girt.
Her wiha di vê serdema xwe ya kar de rê da ber lîstikvanê wekî David Beckham, Steven Gerrard, Frank Lampard, kir ku ew navdar bibin.
Ev demek bû ew nexweş bû, dihat dermankirin. Wisa gotibû, "Her kes dizane nexweşiyeke min a nebaş heye. Her kes texmîn dike ku qansêr e, erê wisa ye. Lê heta ji destê min bê ezê temeke dirêj bijîm." Temenê wî heta îro bû û îro wî canê xwe ji dest da.
Vîdeoya li ser wî: