logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê bang kirin
  2. 'Dîtin û Bîrhatinên Min' derket
  3. ‘Vik û Vala’ bû pirtûk
  4. 'Naveroka hemû berhemên Mehmed Uzun kurd in, welat e û Kurdistan e'
  5. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
news-details

Tariya jiyanê ji mirinê mezintir û bi xoftir bû

Yildiz Çakar jineke bi pênûsa xwe berê xwendevan dide aliyê wêjeyê. Piştî helbest û çîrokê vê carê pênûsa xwe ji bo roma

  • Dîrok: 26/03/2019
  • Beş: Serbest

Sevgul Şaşmaz

Yildiz Çakar jineke bi pênûsa xwe berê xwendevan dide aliyê wêjeyê. Piştî helbest û çîrokê vê carê pênûsa xwe ji bo romanan bi kar tîne. “Ev Rê Naçe Bihuştê” romana duyemîn a nivîskar e. Bi vê romanê nivîskareke jin berê me dide êşên jinên êzîdî. Pirtûk ji Weşanên Lîsê derketiye. Pirtûk bi heft beşan hatiye honandin. Di pirtûkê de vebêj jineke bi navê Şemsîxan e. Mijar bi rêwîtiya Şemsîxanê û malbata wê dest pê dike. Rêwîtiya di romorkê qamyonê de vedigere dojeha bazara Mûsilê. Nivîskar bi vê pirtûkê berê me dide jinên jiyan li wan bûye dojeh! Çîrokên jinên bênav rûpel bi rûpel hatiye  nivîsîn. Qedera jinên êzîdî yên bi navê Xasê, Çinê, Nofa, Alê, Zîzê, Sewê, Meta Fexra, Şemsîxan û Perwîna biçûk bi hemû hovîtiya xwe li ber çavan radixe. Ev qeder tenê ji bo jinan nehatiye nivîsîn mêr jî dibin qurbana vê qedera reş. Di vê rêwîtiya xof de ji xeynî însanan ajalek jî cihê xwe digire, pisîga Şemsîxanê Marjan jî di vê tofanê de dibe şahidê hemû hovîtiyan. Pirtûk flashback e, bi vegotina Şemsîxanê em geh diçin rojên berê yên xweş û geş geh em diçin rojên hovîtiya ku navê dojeh li ber wê kêm dimîne. Bi vê hevoka di nav pirtûkê de baranek reş li ser hemû mirovahiyê dibare.

Kanî miçiqî dîsa baranek reş dest pê kir. Dilopa ewil reş bû dilopên din jî erd û asîman bi qetranê xitimî. Singa asîmên di ortê de bû du cih û perdeyek reş hêdî hêdî hate girtin marê reş xwe bi derî ve dar de kir. (85)

Perdeya reş xwe li ser hemû mirovahiyê girtibû. Bi navê  Perwîna biçûk hemû mirovahî ketibû nav reşahiya jiyanê. Her bûyer wekî qêrîn û hawara zarokên wekî Perwîn û jinên bindest nediçû Xwedayê ku yek bû. Zincîra ku bi zendên jinên dîl ve hatibû girêdan tenê bi zendên wan ve nemabû, hemû hêviyên wan jî hatibû girêdan. Di nav hemû astengiyan de çîroka hebûnê di nav dilên wan de olan dida.

Robara ku di xeleka reş de asê mabû hêdî hêdî li ser xwîna heft teyrên tawûs xwe gihandibû ronahiyê ji wê deşta ku bêhna mirinê jê difûriya derketibûn çîroka hebûna xwe dubare kiribû. Deşt bûbû keştiya Nûh û li ser ava reş mabû (144)

Di pirtûkê de gelek metaforên cur bi cur hatiye bikaranîn. Sênîya gilover a ku Şemsîxan nanê germ û hêjîran dide ser. Ew sênî dibe çerxa felekê di dora hemû kurdan de digere miletek dibe nanê li ser wê sêniyê û dibe qilêra di devê wehşan de. Hêjîr û dara hêjîrê jî metaforak ji wan metaforan e. Dar di jiyanê de wekî dayikê ye çawa ku dayik zarokên xwe di hemla xwe de dihewînin, dar  jî koka xwe di axê de dihewîne. Hêjîr dişibe toximê kurdan yek biqede bi hezaran zêde dibin. Êzîdî jî wekî hêjîran bûn fermana ku heftê û sê caran li wan rabû dîsa jî neqediyan û zêde bûn. Dayika Xasê gava ji Şemsîxanê re qala hûtên heftserî dike ew nizane ku ew ê jî rojekê bikevin destên hûtên heftserî. Di dawiya çîrokê de keçik ji destê hût xilas dibe Şemsîxan jî, di wê tofanê de hêvî dike ew jî di nav destên wehşên heftserî xilas bibe. Şemsîxan û hemû jinên dîl, kêlî bi kêlî di nav ewrên reş de derbas dibûn û ber bi azadiyê ve diçûn.

Hemû zarokên rojê li baxçeyê bihuştê li ber deriyê mirazan bûn. Ji her bîst û çar xetikên wê kêlikek dadiket, ev kêlik ji ortê ve dibû du beş, yek li tarîtiyê dima, yek li ronahiyê. Lê qet têkelê hev nedibûn, kêlik li xwe diman, şev û roj li hespê xwe ê çûn û hatinê. Ew qas tekûz bû ku ev çerx destê xweda li ser bû, perikên teyrê tawûs heft reng bûn(123)

Jiyan li wan jî wekî vê hevokê bûbû du beş aliyek tarî yê din ronî bû. Ji pirtûkê her hevokek xwîner bi xwe re dibe nav wan jinên ku geh li bazara Mûsilê tên firotin geh mala şêxek dîl hatine girtin. Bi vegotina Şemsîxanê xezeb li hemû mirovahiyê dibare.

Min hîç nizanibû ji devla baranê ax jî dibare bi her piçek toz re xezebek dibariya û bi her xezebek re mirinek(r15)

Gava Şemsîxan dikeve nav xeyalên rojên xwe yên azad, bêrê me dide motîfên êzîdiyan, çûyîna li ser kaniya spî, neqşandina hêkan, cilên spî, guliyên sor, eniyên deq û baweriya rojê! Evîna Keleşo û Şemsîxanê wekî evîna Derwêş û Edûlê bê miraz bû. Şemsî xan bi van hevokan rojên xwe yên xweş tînê zimên.

Min hêdîka destê xwe kir nava destên wî. Wekî rahiştibim dinyayê wiha serî li min mezin bû. Ev ne qeder bû, diayên dapîran bû, dapîrên gulîsor, enîdeq û fistanspî. Destên min di nava destê wî de û di nava kevirên pîroz de me berê xwe da perestgehê.(r38)

Şemsîxan her tim bi gotinên diya xwe li ser lingan disekinî gotinên diya wê her tim di hişê wê de bûn.

Ruh namire Şemsîxan tenê kiras diguherîne(r193)

Bi wan jinan re hemû rih miribûn jiyan û mirin têkelên hev bûbû. Rih û beden bi hev re miribûn. Mirin ji bo wan jinan daxwazek bû Şemsîxan dixwest ax vebe û bikeve nav axê. Hêviya xwe bi çiyayan ve girê dide.

Rûyê çiya çiqas hişk û asê be, dilê çiyê ew qas nerm û merhemet e. Dayê Xasê çiqas xweş digot rûyê çiya çiqas asê be dilê wê ew qas dê ye.(r147)

Mijara pirtûkê gelemperî li ser jinên êzîdî ye. Lê jinek bi navê Samîra jî di nav rûpelan de cihên xwe digire. Samîra jineke ereb e, ji hêla bavê xwe ve ji şêxekî ereb re tê firotin. Samîra jî dixwaze ji vê dojehê xilas bibe, hêviya xwe bi jinekê ve girê dide. Bi jineke kurd ve. Xilasiya xwe, di xilasiya Şemsîxan de dibîne. Bi vê hevokê rewşa jinan kîte bi kîte hatiye nivîsîn.

Dîroka azadiyê di navbera du dinyayên de ma ye, çiqas rûyê jinê li dinyayê ronî be jî mêran, lingekî wê bi dinyaya tarî ve zîncîr kirine. Di her dinyayekê de û her parçeyekî jiyanê de, hebûna jinê xwediyê rewşeke cuda ye. Li gor erdnîgariyan û bîr û baweriyan, hinek jin “azad” in, hinek jin “kole” ne û hinek jî netiştek in. Îro li ser vê erdnîgariyê di nava reşahiyên hov de, bi navê xwe yê din “leşkerên Xwedê”ew netiştek in.(r49)

Di pênaseya jinê de, sê jin tên pênasekirin. Jinên azad, jinên kole û jinên netiştek. Jinên ku ketibûn destên wan wehşên hov li gorî wan netiştek bûn, jinan êdî di wê erdnîgariyê de xwe kole didîtin. Jinên azad bi stêrkên ronahiyê, jinên kole ji mirin û tunebûnê rizgar dikirin. Bi van hevokan, jinên azad hatine pênasekirin.

Destê jinika li pişt şibakeyê bi carê stûyê perdeyê girt û da alî. Tirêjên rojê xwe li singa wê xist stêrka pêncgoşe biriqî. Ji deriyê odeyê (r183)

Êdî hemû jinên kole azad bûbûn jinên azad wan gihîştandibûn azadiyê. Lîlandina Samîrayê, awazek ji azadiya hemû jinên bindest bû. Avêtina çarşefên reş gihîştina rojên ronî bûn. Marjan pisîga Şemsîxanê, ew jî êdî azad bû. Navê ku Şemsîxanê lê kiribû jana hemû jinên êzîdiyan bû. Keziyên porê Şemsîxanê ku avêtibû li ser goristana Keleşo soza evîna wan a bê miraz bû. Pirtûk bi gelemperî pirtûka jinê bû. Mêrên bi navê Keleşo û Rûstem wateyan bi navê xwe dabûn pirtûkê. Navên karakteran bi wate hatibûn hilbijartin. Di sere pirtûkê de rêwîtiya romorka qamyonê, ji wan re dibû goristan. Di dawiya pirtûkê de jî rêwîtiya romorkê wan ber bi azadiya xwe dibe.

Yildiz Çakar kî ye?

Nivîskar Yildiz Çakar di sala 1978’an de li Amedê hatiye dine. Heta niha ev pirtûkên wî derketine:

- Goristana Stêrkan / Helbest / 2004

- Ala / Çîrok / 2008

- Derî / Helbest / 2012

- Amed / Ansiklopedî / 2012

- Leylanok / Ceribîn / 2014

- Gerîneka Guernicayê / Roman / 2016

- Ev Rê Naçe Bihuştê / Roman / 2019

Parve Bike

Youtube Me

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Hogir Berbir: Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye

news

Berhem Çiîrokên liber Bayê Nûbihar #diyarname #news #diyarname20salîye

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandinDîrok: 11/09/2025

news

Berhem: Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî / Brahîm Alûcî / Belkî / 206 rûpel / 2025 / Folklor

news

Dilyar Amûdî: Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyancihûyekî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2025

Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

news
  • 03 10 2025

Nixumandina Perdeyan

news
  • 02 10 2025

Zimanê Devkî û Nivîskî

news
  • 01 10 2025

Cotek Qumrî û Meşa Kîso

news
  • 30 09 2025

Ev roman tabloyeke surrealîst a realîst e

news
  • 27 09 2025

Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
news

Toza Kelamê

  • Dilşêr Bêwar
news

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • Cemil Oguz
news

Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye 

  • Hogir Berbir
news

Gotin Zinarên ‘Dara’yê nerm dikin

  • H. Kovan Baqî
news

Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

  • H. Kovan Baqî
news

Çol

  • yeqîn h.
news

Li xerîbiyê pel û kortik

  • Kadir Stêra
news

NEZANÎN

  • Dilşêr Bêwar
news

Ew warê dûr

  • Omer Dilsoz
news

Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Li ser vexwendina HDP'ê Hevseroka PYD'ê derbasî Bakur bû

ad

Şampiyonê şampiyonan Liverpool o

ad

'Hawara Botan'ek nû derket

ad

Li sê bajaran bi hev re zengilê saeta '13.41'ê lê dide

ad

Lîstikên nû li Sûriyê di meriyetê de ne! (Analîz)

ad

Ji ber vîrusa korona 5 maç hatin betalkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê bang kirin

  • 12 10 2025
news

'Dîtin û Bîrhatinên Min' derket

  • 11 10 2025
news

‘Vik û Vala’ bû pirtûk

  • 12 10 2025
news

'Naveroka hemû berhemên Mehmed Uzun kurd in, welat e û Kurdistan e'

  • 11 10 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname