Diyarname
HDP'ê ji bo 98'emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî ew bibîr anîn.
HDP'ê li ser vê yekê peyameke nivîskî belav kir û got, "Em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku roja 29'ê pûşpera 1925'an li Deriyê Çiyê ya Amedê hatin îdam bi hurmet bibîr tînin. 98 sal berê tiştê ku kirin hedef maf û azadiya gelê kurd bû. Plana Şark Islahatê ya wê demê îro bi polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ya AKP û MHP'ê didome."


