Azad ZAL
Di van çend mehên dawîn de ji ber ku li bakûrê Kurdistanê îradeya siyasî biryarê bikaranîna zimanê kurdî da gelek nîqaş û guftûgo dest pê kirin. Hewldanên ji bo termînolojiya pergala siyasî û brokrasiyê jî zêde bûn. Ji ber vê yekê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo termînolojiya peyv û têgihên bajarvanî û pergala birêvebirina şaredariyê komxebatek hate lidarxistin.
Çar rojan komxebat dewam kir û ji bo avakirin û sazkirina termînolojiya siyaset û brokrasiya kurdî destpêkeke baş bû.
Xebatên bi vî rengî dem bi dem ji aliyê hin sazî û dezgehên lêkolîn û ziman ve têne kirin. Wekî nimûne; Enstituya Kurdî ya Parîsê bi rêk û pêk xebatên termînolojiya kurdî dike û bi navê ‘Kurmancî’ wekî kovar an jî bulten encama van xebatan diweşîne. Ev bêtir ji bo diyalekta kurmancî ye. Her wiha Koma Vateyê ji bo diyalekata kirmanckî xebat û lêkolînên bi vî rengî dimeşîne. Li başûrê Kurdistanê pergala dewletê ya bi rengê kurdî ava bû xebatên termînolojiyê hin jê ji xweveber, hin jê bi alîkarî û piştgiriya hikumeta Kurdistanê gihîştin asta baştir û pêşketîtir. Ji ber ku sazûmana dewletî ber bi temambûnê ve diçe hem ji aliyê perwerdehiyê ve hem ji aliyê qadên zanistî yên cuda cuda ve bi taybetî xebatên termînolojiyê hatin kirin. Li rojhilat û li başûrê biçûk jî xebatên termînolojiyê çi pir çi hindik hatine kirin.
Heta niha çi qas xebatên ferhengî û peyv û têgihan hatibin kirin jî ev xebat bi ser hev de neherikîne, zêde li nava hev neketine û her xebat li ciyê xwe mane. Divê ku qet nebe ji niha û şûn de di xebatên avakirin û sazkirina termînolojiya qadên jiyan û siyasetê yên kurdî de hay ji hev hebe û hevpariyek çêbibe. Ev jî bi guftûgoyên berfireh û dorfireh, xebatên komî û dorveger diçe serî.
Xebata ku li Amedê bi beşdariya ji her çar parçeyên Kurdistanê akademîsyen, nivîskar, lêkolîner, ferhengsaz û hwd. pêk hat mînakeke baş ya destpêkê ye.
Di xebatên bi vî rengî de pirsiyarên girîng derdikevin pêşiya mirov. Ev jî vekolîn û vehûrînê dixwaze.
Çar parçe û ji aliyê çar dewletan ve kurd hatine birêvebirin. Çar çandên dewletîbûnê yên ji hev cihê; ji aliyê siyaset û birokrasiyê ve li ser kurdan bandor kirine. Her dewletekê xwedî pergaleke siyasî ya cuda ye û kurd di bin desthilatdariya wan de dijîn.
Ji bo sazkirin û avakirina termînolojiya brokrasî û siyasetê û qadên xebat û jiyanê yên cihê cihê çi divê gelo?
Ji bo bingeheke hevpar û netewî xebat û komxebatên domdar divê hebin. Divê ku herêmparêzî û nêzikahiyên “ya min ji ya te çêtir û xweştir e” nebin, bêhnfirehî hebe.
Divê ku paşxaneya dîroka peyv û têgihên kurdî bê zanîn û li ser wan terminolojî bê avakirin û sazkirin.
Divê ku peyv û têgihên ku têne sazkirin an jî têne diyarkirin li ser hiş û têgihiştina hevpar be; ne ku li ser jihevdûrxistinê be.
Kurd çi qas berê xwe bidin hev ew ê ew qas ji hev hez bikin û ew ê ew qas bingehên hevpariyê bi hev re bibînin.
azadzal@hotmail.com
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin
**
Di vê nîqaşê de nivîsa din a Azad Zal:
- Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
Nivîsên li ser vê NÎQAŞê:
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî