logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şahiya fîlman tê: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkere kirin

Festîvala Fîlman a Stenbolê salek din jî derdikeve pêşberî sînemahezan: Îsal ji 45 welatan 186 fîlmên 187 derhêneran dib

  • Dîrok: 13/03/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz


Festîvala Fîlman a Stenbolê salek din jî derdikeve pêşberî sînemahezan: Îsal di navbera 5-16'ê avrêlê de, ji 45 welatan 186 fîlmên 187 derhêneran dibin 19 beşan de têne nîşandayîn.

Ji bo eşkerekirina bernameya 38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê li The Marmarayê merasimek li dar ket. Pêşî Midûrê Giştî yê ÎKSV'ê Gorgun Taner axivî û diyar kir ku ji Festîvala yeke heta niha gelek tişt guherîn, di vê pêvajoyê de peyvên berdewamkirin, dîjîtalbûn her ketine jiyana me. Bi taybetî dîjîtalbûnê di nav jiyanê de gelek tişt guhartin lê baweriya min ew e ku di sala 2019'an de jî pêdiviyên me neguherîn. Taner wisa dom kir: "Em dibînin ku ji Tirkiye û ji qada navneteweyî bernameyeke neqandî hatiye sazkirin. Dîtina vê yekê ji aliyê fikrî ve zewqê dide me. Ji ber ku em bi awayekî fizîkî di nav çalakiyeke wisa çandî û hunerî de ne, ji bo em vê yekê bînin cih em wekî ÎKSV 'bi hezkirin' em xebata xwe didomînin."

Dûre Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan axivî, bi berfirehî qala naveroka bernameyê kir. Her wiha Ayan bal kişand ser nebûna fîlmên derhênerên jin û diyar kir ku divê zêdetir piştgiriya wan bê kirin. Her wiha Ayan got ku ji sala bê dê êdî fîlmên li Tirkiyeyê neketine vîzyonê bigirin nav bernameyê û got ku em ji niha de vê yekê eşkere dikin. Herî dawî jî Gulin Ustun li ser beşa wan a "Koprude Buluşmalar" (Hevdîtinên Li Pirê) agahî dan.


Bi 'Edmond'ê dest pê dike

Festîval bi fîlmê derhênerê fransiz Aleksis Michalik ê bi navê "Edmond" dest pê dike. Derhêner Michalik bi pênaseyê "Prensê Şanoya Fransayê" tê nasîn. Derhêner berê kamerayê dide nivîskar Edmond Rostand ku di sala 1897'an de teksta jiyana "Cyrano de Bergerac" nivîsîbû. Fîlm çîroka derketina vê tekstê pêşkêş dike. Ji vê tekstê berê jî fîlm hatibûn kişandin. Niha fîlmê "Edmond" dê wekî fîlmê destpêkê bê nîşandayîn û her wiha di beşa "Galalar" a festîvalê de jî derkeve pêşberî temaşevanan.

Pêşbaziya neteweyî û navneteweyî

Di festîvalê di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de 12 fîlm ji bo Laleya Zêrîn dê bikevin qayişkêşanê. Di vê beşê de ligel fîlmê ji Danîmarka, îngilistan, DYA, Koreya Başûr, îran, Rusya du fîlmên ji Tirkiyeyê jî hene. Yek jê "Nebula" yê derhêner Tarik Aktaş û yê din jî yê derhênera kurd Rûken Tekeş "Aether" e.

Fîlmên derhênerên kurd jî di pêşbaziyê de ne

Di Pêşbaziya Neteweyî de jî 9 fîlmên metrajdirê ji Tirkiyeyê hene. Ji van didu jê yên derhênerên kurd in.

Tarik Aktaş bi "Nebula", Emin Alper bi "Kiz Kardeşler", Bariş Atay bi "Aden", Omur Atay bi "Kardeşler", Osman Nail Dogan bi "Guvercin Hirsizlari", Ali Vatansever bi "Saf", Emre Yeksan jî bi "Yuva" di vê beşê de ye. Ji derhênerên kurd Huseyîn Karabey vê carê bi "Îçerdekîler" (Yên li hundir) di vê beşê de ketiye dû xelata Laleya Zêrîn. Derhênerê kurd Serhat Karaaslan ku heta niha bi kurtefîlmên xwe bal kişandibûn bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj "Gorulmuştur" (Hatiye Dîtin) di festîvalê de ye û di nav pêşbaziyê de ewê jî bikeve dû xelatê.

Ali Kemal Çinar ku hefteya borî fîlmê xwe "Di navberê de" xistibû vîzyonê bi vî fîlmê xwe li festîvalê ye lê derveyî pêşbaziyê.

11 belgefîlm di pêşbaziyê de ne

Di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de jî 11 belgefîlm hene. Belgefîlmê derhêner Rûken Tekeş di vê beşê de jî cih girtiye. Belgefîlmên din ên vê beşê ev in: "Meleklerin Koruyucusu" (Derhêner Ensar Altay), "Tanri Goçmen Çocuklari Sever mi Anne? (Derhêner Rena Lusin Bitmez), "Şehitler (Derhêner Koken Ergun), "Yaz Kiş Demeden" (Derhêner Zeynep Guzel), "Kopek Filmi" (Derhêner Cem Hakverdi), "Bulutlar" (Derhêner Osman Nuri İyem), "Kâzim" (Derhêner Dilek Kaya), "Gulyabani" (Derhêner Gurcan Keltek),  "Baştan Başa" (Derhêner Aylin Kuryel, Firat Yucel), "Vargit Zamani" (Derhêner Orhan Tekeoglu).

19 beş û gelek fîlm

Di festîvalê de 19 beş hene ku gelek jê balkêş in. Fîlmên li Festîvala Berlînê xelat girtine, 13 fîlmên metrajdirêj ên derhênerê navdar Stanley Kubrick, klasîkên sînemaya tirk hin ji wan in.

Salonên sînemayê û seansên wan

Îsal li 8 salonan, li Beyogluyê li Salona Sînemaya Atlas, Sînemaya Beyoglu, Oditaryûma Muzeya Perayê; li Nîşandayî li Cinemaksîmûm City'si (salon 3 û Salon 7); li Gayrettepe li Cînemaksîmum Zorlu (salon 8) û li Kadikoy jî li Sînemaya Reks û li Sînemaya Kadikoy fîlm têne nîşandayîn. Nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 û 16.00 de bilêtên fîlman bi 10 TL, nava hefteyê seansên 19.00 û 21.30, her wiha hemû seansên dawiya hefteyê buhaya bilêtan bi 25 TL'yî ye.

Ji bo agahiyên zêdetir:

film.iksv.org

 

 **

Nûçeya Eleqeodar:
- 
Xelatgirên Berlînê tên Stenbolê

- '10 Jin' bi awayê restorekirî tê nîşandayîn 

- Umît Unal bû serokê juriyê 

- Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîşandayîn 

- Festîvala Stenbolê Xelatgirên Sînemayê eşkere kirin 

- Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin    

 

***

REKLAM:

Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin... 

www.bizebiletal.com

    


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Peyama Ocalan ya ji bo Kongreya Îslama Demokratîk

ad

Rê Obama nîşan dide

ad

Zimanekî Tehlkirî

ad

Peyamên pîrozbahî yên ji bo ragihandina xweseriya Cizîrê

ad

Daxwaza li 4 parçeyan afirandina zimaneke hevpar

ad

Kampanyaya name şandina ji bo girtiyan xurt dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname