Diyarname
Hilbijartina li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 4'ê mehê li dar dikeve û li gor anketan Obata li pêş e.
Li gor anketan, di hilbijartina 2004'an de li eyaletê ku berendamê Demokratan John Kerry bi dest xistibû di hemûyan de Obama li pêş dixuye. Ev hemû dike 252 delege. Li 10 eyaletên ku George W. Bush di 2004'an de bi ser ketibû jî Obama yan li hêş e, yan jî ew û berendamê din John McCain wekî hev in.
Li DYA'yê gel raste rast serokê xwe hilnabijêre, gel deng dide delegeyên ku dê serok hilbijêrin. Her eşalet li gor serjimariya xwe delegeyan derdixe. Bi giştî li DYA'yê 538 delege hene ku serok hildibijêrin û ji bo yek bibe serokê DYA'yê divê dengê 270 delegeyî bi dest bixe.
Obama Û McCain di kampanyaya ji bo hilbijartinê de bi giştî mîlyarek dolar pere xerc kirin û bi vê yekê di dîroka DYA'yê de kampanyaya ku herî zêde pere lê hatiye xerckirin derkete holê.
Ev reqem li dor du qatê lêçûyînên hilbijartina 2004'an, sê qatê hilbijartina 2000'î ye.
Li gor vê her du berendamî ji bo her dengî 8 dolar xerc kiriye.
Di hilbijartina 2004'an de ji bo her dengî 5.5 dolar hatibû xerckirin.
Di dema kampanyayê de her du alî jî ji bo berhevkirina pereyan xebitîn. Obama bi giştî 605 mîlyon dolar, McCain 357 mîlyon dolar pereyên ku ji bo wî hatine bexşandin berhev kir.


