Festîvala Stenbolê Xelatgirên Sînemayê eþkere kirin
Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê sala bê kesên ku Xelatên Sînemayê dê bide wan eþkere kirin. Di vê çarçoveyê de Xelata Serketina Di Hemû Jiyanê de dê bide derhêner Þerif Goren, Xelata Rûmetê ya Sînemayê jî dê bide lîstikvan û sazkar Goksel Arsoy, lîstikvan Selda Alkor, her wiha Xelata Kedê ya Sînemayê jî dê bide akaremîsyen Jak Þalom.
38'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê lidarxistin dê di navbera 5-16'ê avrêla 2019'an de li dar bikeve. Kesên ku xelat dê bêne dayîn 4'ê mehê bi merasimek dê xelatên wan bêne belavkirin.
Þerîf Goren: Ew derhênerê fîlmê "Yol" (Rê) ye û yekem kes e ku li Tirkiyeyê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtiye. Goren 1944'an de li Îskeçeyê hatiye dinê. Wî yekem car di sala 1962'yan de wekî edîtor di nav Yeþîlçamê de cih girt. Paþê bi sedan fîlman de asîstanî û derhênerî kir. Di sala 1974'an de bi fîlmê xwe "Endîþe" li Antalyayê Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî jî di nav de 6 xelat girt.
Goren di sala 1979-80'ê de Serokê Komeleya Derhêneran bû û ji ber vê di dema Derbeya 1980'ê de hat girtin. Di sala 1981'ê de dema ji girtîgehê derket fîlmê "Rê" ku senaryoya Yilmaz Guney nivîsî bû kiþand. Bi vê li Tirkiyeyê û li dinyayê derket asta jor û Xelata Palmiyeya Zêrîn girt.
"Katircilar", "On Kadýn", "Kopru", "Derman", "Yilanlarin Ocu" hin fîlmên wî yên din in.
Goksel Arsoy: Arsoy di 22 saliya xwe de bi fîlmê "Kara Gunlerin" (Sirri Gultekîn, 1957) ket nav Yeþîlçamê. Paþê di gelek fîlmên din de cih girt. Di sala 1962'yan de di fîlmê derhêner Halit Refîg "Þehirdeki Yabanci" de rol girt û bi vê li Festîvala Fîlman a Moskovayê de Dîplomaya Rûmetê girt.
Arsoy piþtî dor sed fîlmî di sala 1968'an de ji sînemayê dûr ket. Di salên 2000'î de di rolên rêzefîlmên televîzyonê de cih girt. Goksel Arsoy di navbera salên 1997-99'an de Serokê Lîstikvanên Sînemayê bû û di serdema wî de kir ku sîgortaya lîstikvanan bê çêkirin.
Selda Alkor: Alkor di nav Yeþîlçamê de bi rolên jina xurt/jîr derket pêþ. Di sala 1965'an de, di pêþbaziya Kovara Sesê ku ji bo lîstikvanan li dar xist de bû yekemîn û piþtî vê yekem fîlmê xwe kiþand. Bi rolên di fîlmên "Senede Bir Gun", "Buzlar Çozulmeden", "Yarin Çok Geç Olacak", "Yaþamak Ýstiyorum" di nav Yeþîlçamê de cihek muhîm girt ku ev fîlm jî di nav klasîkên fîlmên tirk de cih digirin. Wê li dor 100 fîlmî de lîstiye û di sala 1986'an de bi rola di fîlmê "Hanimaxa" de serketinek mezin bi dest xist. Alkor paþê di rêzefîlmên wekî "Asmalý Konak", "Çemberimde Gul Oya", "Parmakliklar Ardinda" de rol girt ser milên xwe.
Jak Þalom: Ew di sala 1946'an de li Stenbolê hatiye dinê, di navbera salên 1965-72'yan de di nav Komeleya Sînemaya Tirk de kar kiriye ku di nav avakarên wê de bû jî. Þalom ku jiyana wî di nav sînemayê de (nivîskarî, rêveberî û hwd) de derbas bûye ji sala 2015'an de li Zanîngeha Bogazîçî wekî hîndekar kar dike.
**
Nûçeya Eleqeodar:
- Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin