Diyarname
Lîstikvana şano û sînemayê Ayşen Gruda li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin îro wefat kir. Gruda ya 74 salî ji ber qansêra pankreas û zêde jê xwînçûnê miriye.
Nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin daxuyaniyek weşand, got ku ev mehek de di beşa nexweşên giran de bû, ev du roj bûn tansiyona wê gelek ketibû îro saet 13.45'an de ji ber qansêra pankreasê û zêde jê xwînçûnê wefat kiriye.
Cenazeya Gruda roja înê li Goristana Zîncîrlîkuyu dê bê definkirin.
Lîstikvana şona û sînemayê Gruda di sala 1945'an de li Yeşîlkoya Stenbolê hatibû dinê. Navê wê Ayşen Erman e. Ew yekem car di sala 1962'yan, di lîstika "Kongre Egleniyor" de bi roleke, rola xizmetkar derket ser dikê. Di sala 1977'an de beşdarî televîzyonê bû. Wê çaxê di nav bernameyeke şovê ya televîzyonê de skêça "Domates Guzeli Nahide Şerbet" lîstik û bi vê yekê êdî gelek hat nasîn.
Gruda ligel lîstikvanê şanoyê Yilmaz Gruda zewicî û paşnavê Gruda girt.
Bi xêra Adile Naşît di nav fîlmên Ertem Egîlmez de cih girt. Heta niha di nav gelek lîstikên şanoyê yên wekî "Mum Sondu", "Deve Kuşu Kabare", "Muzîkala Hababam Sinifi", "Yedi Kocali Hurmuz"de rol girt û di gelek fîlmên sînemayê de lîst. Hin ji fîlmên ku wê têde rol girtine ku bûne klasîkên Yeşîlçamê ev in: "Tosun Paşa", "Sut Kardeşler", "Şabanoglu Şaban", "Hababam Sinifi", "Neşeli Gunler", "Çopçuler Krali".
Herî dawî di sala 2014'ande di fîlmê Cem Yilmaz "Pek Yakinda" de lîstibû.


