Navenda Nûçeyan
Li Çanakkaleya Tirkiyeyê komek nijadperest êrîşê daweta kurdên Agirî kirin, elektrîk birîn û li ciwanekî xistin.
Bûyer roja 26'ê vê mehê li navçeya Çanê ya Çanakkaleyê çêbûye. Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Îbrahîmoglu li ser vê yekê nûçe çêkiriye. Li gor nûçeyê komek nijadperest ên alîgirê Çansporê bi navê "Alaya 17'an" stranên kurdî yên di dawetê de hatine vegotin kirine sedem û êrîşê dawetê kirine. Kom bi ser whatsapê re kom bûne, hatine şaltêrê elektrîkê daxistine.
Her wiha dema vexwendî ji dawetê veqetiyane rastî êrîşê hatine. Komê pere û telefonê ciwanekî jê girtine, dema malbatê ew ji kom3e xwestiye, komê ew tehdîd kirine û gotine, "Em komek 50 kesî ne, werin em li benda we ne."
Malbata ciwanî dema çûne telefon û pereyên wî bigirin, rastî êrîşê hatine. Dûre xirecir derketiye. Ji vê malbatê û ji koma êrîşkar li dor 10 kesî hatine binçavkirin. Piştî îfadeyê hemû hatine berdan.