Diyarname
Diyarbekirspor ku îsal ketibû Lîga Yekem di maça bi Kasimpaşayê re 1-0 têk çûr û berî lîg îsal bi dawî bibe bi maçekê ji lîgê ket. Du tîmên din hatin Lîga Super.
Diyarbekirspor ji serê lîgê ve her bi nîqaş bû. Pêşî Ziya Dogan wekî teknîk dîrektor anîn kirin berpirs. Demekê wî dest jê berda lê dîsa li hev kirin. Di dema Ziya Dogan de tîm baş diçû, di maçan de bi ser diket. Dûre nîqaş derketin. Li hemberî tîmê lîstik hatin lîstin. Ziya Dogan îstîfa kir. Ji dêvla wî ve Guvenç Kurtar anîn kirin berpirs. Teknîk Dîrektor Guvenç kurtar hêviyên baş dan. Got emê teqez di lîgê de bimînin. Lê lîstikên li ser Diyarbekirsporê bi dawî nebûn. Maça bi Bursasporê re her tişt eşkere kir. Diyarbekirsporê cezayeke mezin girt. Piştî çend hefteyan Guvenç Kurtar jî îstîfa kir û di van hefteyên dawî de tîm emanetî Mehmet Budakin kirin.
Diyarbekirsporê kir nekir encamên baş bi dest nexist. Berî lîg bi dawî bibe bi du hefteyan, yanê îro Diyarbekirspor bû mêvanê Kasimpaşasporê. Di deqîqeya 85'an de İsa Kaykun golek avêt û bi vê golê Diyarbekirspor 1-0 têk çû.
Bi vê encamê Diyarbekirspor di 27 pûanan, di rêza 16'an de ma. Sêwasspor ku têkoşîna mayîna di lîgê de dima bi Eskîşehîrsporê re 1-1 ma. Di encamê de piştî Ankaraspor (Federasyonê biryara avêtina ji lîgê dabû) û Denîzliyê, Diyarbekirspor jî ji lîga super ket. Diyarbekirsporê sala bê wê di Lîga Yekem a Bank Asya de bilîze.
Ji Lîga Yekem a Bank Asyayê çend hefte berê Karabuksporê şampiyoniya xwe îlan kiribû. Niha jî Bucaspor bi pûanên xwe mafê lîstina di Lîga Super de bi dest xist. Ev her du tîm sala bê wê di Lîga Super de bilîzin. Ji bo tîma sisêyan jî 4 tîmên di Bank Asya de (li gor pûanan bi rêzê: Adana, Altay, Karşiyaka, Konya) wê bi hev re. Kîjan bibe yekemîn wê wekî tîma sisêyan derkeve Lîga Super. Maçen Play Offê yên di navbera van tîman di di rojên 18, 20 û 23'yê gulanê de wê bêne lîstin.