Diyarname
Li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê fîlmê "Kurtaj" (Navê orjînal "L'Evênement") hat nîşandayîn ku di nav de dîmenên rasteqîn hebûn: Di wê kêliyê de ji ber wê dîmenê 3 temaşevan ji ser xwe çûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Fîlmê Audrey Diwan ê bi navê "Kurtaj" di Festîvala Fîlman a Venedîkê de hatibû nîşandayîn û li wir Xelata Fîlmê Serketî Şêrê Zêrîn girtibû. Li wir dema hatibû nîşandayîn hin temaşevan ji ser xwe çûbûn. Heman dîmen li Antalyayê jî derket holê. Di dema nîşandayîna fîlm de 3 kes ji ser xwe çûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Derhêner Diwan wisa dîmen kişandine wekî ku rastî bin, loma jî gelek bandor li mirovan dikin.
Fîlm ji romana otobiyografîk a Annie Ernauks ku bi heman navî hatibû weşandin hatiye girtin. Di meha rezberê de yekem car li 78'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê hatibû nîşandayîn.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Di 7 saetan de hemû bilêt hatin firotin
- Juriyên Pêşbaziya Neteweyî û Navneteweyî yên Porteqala Zêrîn diyar bûn
- Porteqala Zêrîne hîvey fîlman a