Amed
5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber wêneyên li ser dawetiyan û nivîsa "Zarokên Axa Med û neviyê Zerdeştê Kal, bi gotinên Seyîd Riza, bi têkoşîna Şêx Seîd, bi agirê Zekiye Alkan û Mazlum Dogan bi rojê re werin em bi hev re Newrozê pîroz bikin" biryara komkirinê da.
Der barê vexwendinameyên Rêxistina BDP'ê ya Amedê ya ji bo Newroza 2012'an hatibû amadekirin biryara komkirinê hate dayîn. BDP'a Amedê ji bo Newrozê vexwendname amade kirin û kir ku ji mêvanan re bişîne lê dadgehê ji ber wêne û nivîsên li ser ew berhev kirin.
Li ser vê biryarê Rêxistina BDP'ê ya Amedê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut got ku Newroz cehja Rojhilata Navîn e û li hemû Rojhilata Navîn tê pîroz kirin. Zumrut, da zanîn ku Newroz sembola raperînê ye û wiha got: "Mazlum, Zekiye, Şêx Seîd û Seyîd Riza jî sembola raperînê û azadiyê ne. Li aliyekî divê di navbera reng û zimanan de cudahî neyê kirin, li aliyê din ziman reng, çand û nirxên vî gelî qedexe dikin û sansur dikin. Dixwazin partiya me û gelê me bi Zerduşt sûcdar bikin. Lê bi van sûcdariyan AKP nagihîje armanca xwe"
Her wiha digel vê yekê jî Zumrut diyar kir ku wan hemû nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û ji gelek welatên din mêvan vexwendina Newroza îsal.