Diyarname
Lîsa Çalan li Amedê di encama teqandina bombeyê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve du lingên xwe winda kirin. Lê wê dest ji jiyanê, berxwedanê û xebatê berneda. Lîsa Çalan ku piştî vê jî xebatên xwe yên hunerî, xebatên li ser sînemayê domand, niha hat xelatkirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Keralayê niha Xelata Rihê Sînemayê ya Salê da Lîsa Çalan ku Çalan îsal di heman demê de Mêvana Rûmetê ya festîvalê bû.
Festîvala ku li Eyaleta Kerala ya Hindistanê li dar dikeve îsal 26’emîn car li dar ket. Festîvalê 18’ê mehê dest pê kir û heta 25’ê mehê dê bidome. Ji temamê dinyayê 38 fîlmên derhênerên jin îsal li festîvalê têne nîşandayîn. Di festîvalê de kurtefîlmê Lîsa Çalan ê bi navê “Zimanê Çiyê” (2014’an de kişandibû) jî 19’ê mehê saet 19’an de li Sinema Audi 6 wekî nîşandayîneke taybet di çarçoveya fîlmên festîvalê de dê bê nîşandayîn.
Lîsa Çalan dema ji bo girtina xelatê derket ser dikê bi deqîqeyan ji bo wê li çepikan dan. Çalan xelata xwe ji destê Waliyê Eyaleta Kerala Arif Mihammed Xan girt. Lîsa Çalan di dema xelatgirtinê de axivî, qala berxwedana jinên kurd kir û got, “Jinên kurd ku li Rojava berxwedaneke gelek mezin didin li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê manîfesto nivîsandin. Ev manîfesto îro bala hemû dinyayê dikişîne.”
Çalan xelata xwe diyarî kesên di komkujiyên 5’ê pûşperê li Amedê, komkujiyên li Sirûç û Enqereyê de canê xwe ji dest dan û diyarî kesên di van komkujiyan de birîndar bûn kir.
Lîsa Çalan xelata xwe ji destê Waliyê Eyaleta Keralayê girt...
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com