Diyarname
29’emin Festîvala Cazê ya Navneteweyî ya Stenbolê 25’ê mehê dest pê dike û heta 7’ê tîrmehê li çar aliyê Stenbolê konserên cazê dê pêşkêş bike.
Festîvala Cazê ya Naveneteyî ya Stenbolê ku ji aiyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekerin îsal 29’emîn car li dar dikeve. Di festîvalê de nêzî 40 konserên cazê têne pêşkêş kirin. Festîval bi konserên bê pere yên li parkan jî cazê dibe heta ber lingên temşevanan. Di vê çarçoveyê de 25’ê mehê li Beşiktaş Sanatçilar Parki saet 18’an de konserek li dar dikeve. Di vê konserê de ji fînalîstên Genç Caz+ (Caza Ciwanan) Elif Çohaz Quintet, Chai Beans û Jelly Beans û piştî van Botticelli Baby bi muzîka xwe ya punkwarî derkeve ser dikê.
Di van konserên parkan de 26’ê mehê saet 17,45’an de jî li Beylikduzu Yaşam Vadisi konserek heye. Botticelli Baby li vir jî dê li ser dikê be. Berî wî vê carê dê Baturay Yarkin Trio & Nagme Yarkin û ji fînalîstên Genç Caz+ Chai Moto û Always Knows derkevin ser dikê.
Her wiha li parkên wekî Karakoy Sahil Park, Şişli Habitat Parki, Goztepe Ozgurluk Parki û Kuçukçekmece Gol Kenari Amfi Tiyatro Sanatçilar Parki “Konserên li Parkan Caz” li dar bikevin.
Di nav bernameya festîvalê de ji gîtarvanên caz û rockê John McLaughlin, Enrico Pieranunzi ku caz û muzîka klasîk aniye ba hev, vokalîsta cazê Dianne Reeves a xwedî 5 xelatên Grammy jî heye. Dîsa Melody Gardot, Kalben,Teoman, Yom, Deniz Tekin, Mehmet Ali Şimayli hin hunermendên din in ku dê konseran pêşkêş bikin
Ji bo agahiyan: https://caz.iksv.org/tr



