Diyarname
4'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî vê carê dibe mêvanê Mêrsînê. Di festîvalê de dê 50 fîlm û belgefîlm bê pere bêne nîşandayîn.
Festîvala îsal bi diruşma "Em dinyayeke din dixwazin" e. Armanca festîvalê ew e ku ji dinyayê jiyana karkeran û têkoşina wan bi temaşevanan re bîne ba hev û li Tirkiyeyê jî çêkirina fîlmên li ser karkeran teşwîq bike.
Fesîval îsal di 24'ê mehê roja pêncşemê saet 19'an de li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin li dar dikeve. (Fîlm jî li salonên vê derê têne nîşandayîn) Di şeva destpêkê de dê belgefîlmê "Yuzbin Kişiydiler" ku li ser grev û meşa karkerên Zonguldakê ya sala 1990-1991'yê ye bê nîşandayîn.
Fîlmên di festîvalê de dê bê pere bêne nîşandayîn û her wiha panel û gotûbêj jî dê li dar bikevin.
Wekî notek: Festîvala Fîlmên Karkeran berî Mêrsînê îsal li Zonguldak, Batman, Antalya, Antakya, Eskişehir û Kocaeliyê li dar ket.
Li Mêrsînê ev sazî piştgirî didin li darxistina vê festîvalê: TTB, Mersin Halkevi, Disk Birleşik Metal iş, Kesk, Ses, TMMOB Jeoloji Muhendisleri Odasi Mersin Sinema Dernegi, Oğrenci Kolektifleri û Şaredariya Akdenîzê.