Diyarname
Navenda Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) a ALmanyayê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş wekî endamê Rûmetê qebûl kir û bang li Tirkiyeyê kir ku wî berdin.
Cîgirê Serokê PEN'a Almanyayê û berpirsê beşa nivîskarên girtî Ralf Nestmeyer li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got ku Navenda PEN'a Almanyayê ev du sal in bi metirsî rewşa Demîrtaşê ku du sal in girtiye dişopîne. Nestmeyer di daxuyaniyê de gotiye ku ligel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 20'ê sermaweza 2018'an de biryar daye ku divê Demîrtaş bê berdan jî Tirkiyeyê ew bernedaye û guh nedaye biryara DMME'yê.
Nestmeyer wisa gotiye: "Navenda PEN'a Almanyayê îro (4 berfanbar) nivîskar Selahattin Demîrtaşî wekî endamê rûmetê qebûl dike û radigihîne ku ligel Demîrtaşî di nav piştgiriyê de ye. Em ji dadgeha tirk dixwazin endamê me Selahattin Demîrtaş di cih de û bê şert bê berdan. Demîrtaş tenê ji ber sedemên siyasî girtî ye û ev yek ne tiştek e ku bê qebûlkirin. Ev girtîmayîn dijî azadiya ramanê û rêziknameya PEN'ê ye."