PANAZ*
Hin mirov hene wekî panazan in, di binyada xwe de bi qasî tenekeyekê jî bi kêrî tiþtekî nayên lê xwe wekî mucewherên bîst û çar eyar nîþan didin. Em her roj gelekan ji wan dibînin. Bi wan re dipeyivin. Car caran bi wan re dikenin, gelek caran qedr û qîmetê jî didin wan.
Belê ew xwe wekî bîst û çar eyar nîþan didin. Xwe boyax dikin, cil û bergên buha li xwe dikin, peyvên balkêþ dicûn û ji jor de li mirovan dinêrin. Em di serdemeke wiha de dijîn ku her tiþt dikare bê manîpule kirin. Tiþtek dikare wekî dijberê xwe bê nîþan dayîn. Derew dikarin wekî rastî bêne qebûl kirin. Mirovên panaz jî xwe bi vî awayî wekî bîst û çar eyar nîþan didin. Tu qet pê hayil nabî bê ka ew di çi eyarî de ne. Xwedî qalib in. Xwedî ezber in. Elimandî ne û li elimandinên xwe xwedî derdikevin. Ji wan re guherîn beramberî mirinê ye ji ber ku kêmhiþ in, bêhiþ in û ji elimandina tiþtên nû heznakin dixwazin her tiþt wekî xwe bimîne. Kenê wan yê derewîn heye ku nîþanî her kesî didin, pêwîst be nepêwîst be diranê xwe yê morî mircan rê her kesî didin. Peyvê wan tu car nayê guhertin, ji bo her þert û mercan derbasbar in. Bi her kesî re xweþ dikin. Bi derewan be jî xwe bi her kesî þêrîn dikin. Ji derewan hez dikin. Ji paþgotiniyan hez dikin. Hema her qala xwe dikin. Naxwazin mijar ji bilî wan tiþtek dinê be. Bi ser xwe de dîn dibin. Tu dibê qey Xwedê wan di ava zêr de dakiriye û mirovên din jî di ava sîrkê de dakiriye. Sivik in û zû bi ser avê dikevin. Ji hevaltî û dostayiyê qet ne haydar in, ji bo wan ne hevaltî û dostayî lê menfaet girîng e. Lewra tu têkiliyê wan yê saxlem tune ye.
Wexta ku mirov pif qalikê wan dike û ew bi xwe dimînin, mirov têdigihêje ku eyarê wan sifir e. Belê ew ji xwe pir hez dikin. Heta ji xwe pê ve ji kesek din heznakin. Li nav me ne. Bi hezaran belkî bi mîlyonan in. Erê ew bi qalik in. Dema ku hûn qalikê wan biqeþêrin hûnê bibînin ku di bin qalik de tu tiþt tune ye, lewra her xwe bi qalikê xwe digrin û naxwazin tu car xwe biguherînin. Erê her mirov hebek ji xwe hez dike, tiþtek asayî ye ku mirov hebek ji xwe hez bike, lê ma gengez e ku mirov hew ji xwe hez bike? Di nav vê gerdûna deng a dirêj de tenê ji xwe hez bike? Xwe têxe navenda her tiþtî, dinyê li dora xwe bizîvirîne ne bes gerdûna bike hêsîrê xwe?
Di nav civakê de jî gelek caran ji mûcewherên xas bêtir têne hezkirin. Kes li hundirê wan nanêre. Tenê li dervê wan dinêrin û diwarqilin. Heta ku li xwe û li mirovên panaz hayil dibin êdî gelek dereng e. Wext derbas bûye û wan rehên xwe bera her derê dane. Li her derê ne, bi taybet jî li cihên bilind in, ji ber ku mucewher giran in, li xwe danaynin ku bi panazan re têkevin pêþbirkan panaz her li pêþ in.
Li dora xwe binêrin, li xwe binêrin, hebek bifikirin hûnê fahm bikin bê ka ez çi dibêjim. Belê ne dawiyê hema niha!
*Mucewherên sixte.
**
Nivîsên Ferhad Girêþêran ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin