Diyarname
Li ser Rêberê Filistînê Yaser Erefat ku di sala 2004'an de wefat kiribû fîlmekî sêbareyî tê kişandin. Di fîlm de rola Erefat dê lîstikvanê navdar George Clooney bilîze.
Li gor nûçeya Hollywood Reporter Doha Fîlm û derhênerê navdar Stevin Spielberg bi şirîkatî dê fîlm bilîzin û wan bi Clooney re peymaneke bi mîlyon dolaran sazkiriye.
Di sala 1948'an de şerê Ereb-Îsraîlê dest pê kir û Erefat wê çaxê hê şoreşgerekî ciwan bû. Fîlm jî dê di vê ciwariya Erefat de dest pê bike. Li bendê ne ku rola jina Erefat Suhayê jî lîstikvana navdar Anne Hathaway bilîze.
Di nêzîk de ji bo rola Suha dê pêşniyar ji bo Anne Hathawey bibin.