Diyarname
HDP ku çend roj berê "Plana Têkoşîna Demokrasiyê" ku ji 9 xalan pêk dihat weşand, niha di vê çarçoveyê de dikeve kuçeyan. Yekem car roja 25'ê mehê dê Civîna Koma Meclisê li Amedê li dar bixe. Civîn saet 12,30 de li Parka Ekin Ceren a li Kayapinara Amedê li dar bikeve û dûre dê çalakiyên HDP'ê yên kuçeyan bidomin.
Navê "Nobeta Edaletê" li vê çalakiyê kirine, bi vê dê balê bikişînin ser girtina Hevserokên HDP'ê, û mebûsên HDP'ê. Di van nobetan de dê peyamên wekî "Ji bo her kesî edalet", "Azadî ji bo Siyaseta Demokratîk" pêşkêş bikin.
Li gor bernameyê hefteyek ew dê li Amedê nobetê bigirin. 7 roj 24 saet dê hin mebûsên HDP'ê li cihê nobetê bidin. Paşê hefteye li Stenbolê, hefteyek li Wanê, hefteye Îzmîrê bi vî awayî heta 4'ê meha 11'an dê van çalakiyan bidomînin.