Simko Hedreşî
Temenekî bêtovat im, li ser sergoyê xewnemîrata xwe şanogeriya tenêtiya xwe dilîzîm. Ji kuldankeke zîvîn xeman hildiçînim destmaleke dor-hurneqişî.
Piştî kurtenalînekê, min destmal di nava tiliyên xwe de reqisand. Min ji “Zavayê Mirî” (*) re şabaş li ser şabaşê da, ji vê serê dikê heya wê serê dikê yê din govend bi sêgavî gerand. Di orta dikê de stûxwar sekinîm. Destmal ji destê min ket. Çîp û çok li min lerizîn. Bi îskeîsk giriyam. Bi dengekî bilind keniyam û dîsa giriyam.
Ji şeveke çîksayî stêr hemû ji asîmanekî ber bi asîmanekî din ve dixuricin.
Rabûm ser piyan di sersinga xwe ya çepê de min şibabeke piçûk vekir, min bi alîkariya du tiliyan destmal ber bi dilê xwe ve dehfand hundir. Êşeke ku dilşadiyê dide giyan bi terazên dilê min ve beziyan.
Kevnedefekê rîtmên melodramî li ser çermê xezaleke Heranî ve digot: “dilo rebeno, rebeno dilo .”
Belê, spîbehziyeke sîmasîm dilkokê min bi cezba heskirinê xist… Êdî em mirîdê êşekê bûn. Lê îro?
Xunaveke newa ji dengê bilûrê barî ser rûyê min. Destê min ber bi zivistana emrê min ve bilind bûyî min got: lê îro, heyam di kefa destê min de dêmdeşteke, dêmdeşteke ji tînana qelişî. Evîn: hespekî piştkurmi ye, di deştê de dihulkume. Jiyan li du hespekî piştkurmî mîna kurmikekî li ser zik xwe xirikandin e.
Ji nişke ve dik tarî bû. Melûlbûna meyê li ber “lo loya” dengbêjekî ji welatê xwe dûr herîkî… Min di nava pelekî pêçayî de mijek keser kişand, di wêneyekî reş û spî de ketim pê şopa xêzên xembaz ên bîranînan.
Bîranîn di binê tûrikê salan de reş û spî bibûn…
(*): jı helbesteke Diljîn Kovexî
roza_mahabad@hotmail.com