logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Agahiyên ji roja yekemîn a meşa HDP'ê

  • Dîrok: 15/06/2020
  • Beş: Nûçe

Diyarname

HDP'ê biryar dabû ji Culemêrg û Edîrneyê ji du milan Meşa Demokrasiyê roja 15'ê mehê bide dest pê kirin. Ji roja ev beryar hat dayîn de hin waliyên bajaran çalakiyên li nav bajêr qedexe kirin. Ligel her tiştî meşê îro li her du milan dest pê kir. 

Vane agahiyên îro:

- Li milê Culemêrgê Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk,  Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Berdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Cîgira Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, endamên Lijneya Rêveberî, endamên Meclisa Partiyê û mebûsên HDP'ê amade bûn. Heyet duh çûbû Pira Ciwanan, hin hevdîtin çêkiribûn û paşê îro meş da dest pê kirin, berê xwe da Wanê.

- Heyet ji Culemêrgê ket rê û çû Wanê. Li Wanê li ser Van AVM'yê polîsan êrîşê komek ciwanên ku hatibûn pêşwaziya komê kirin. Her wiha polîsan êrîşê mebûsên HDP'ê Habib Eksik, Abdullah Çok û Nuran İmir jî kir. Ligel êrîşê jî gel bi diruşma "Bijî berxwedana HDP'ê", "HDP gel e gel li vir e", "AKP Derbekar e" bilind kirin.

Sancar: Me strana azadiyê vegot

- Heyet derbasî Navenda HDP'ê ya Wanê bû. Sancar li vir axivî û got: "Li Wanê bi awayekî xweş em hatin pêşwazîkirin. Astengî hebûn lê me her tişt got û me dest bi meşê kir. Di meşê de em mafê xwe yê demokratîk bikar tînin, em bi şêweyeke kamilbûyî dimeşin. Armanca me ew e em daxwaza xwe ya edalet, azadî, demokrasiyê ligel gelê xwe parve bikin. Ji bo em vê pêl bi pêl li her derê Tirkiyeyê belav bikin me ji Culemêrgê heta Edîrneyê meş da dest pê kirin, heta wir emê strana azadiyê vebêjin."

Waliyê Stenbolê qedexe danî

- HDP'ê ji bo meşa li Stenbolê amadehî kir. Li navçeya Şîşlî, Gungoren, Bakirkoy, Esenler, Avcilar, Gazîosmanpaşa, Umraniye, Sancaktepe civîn pêk anî. Gel eleqe nîşanî civînan da.

- Cîgirê Waliyê Stenbolê biryar da ku heta dawiya vê mehê çalakî û meşên li Stenbolê qedexe ne. Di daxuyaniyê de sedem jî wekî meseleya pandemî nîşan da. Walîtî tenê rê li ber daxuyaniyên li nav avahiyan û herî zêde hatine cem hev a 50 kesî da. Got ku divê li gor rewşan pandemî tevgerîn çêbibe.

Li Edîrneyê êrîş

Meşa milê Edîrneyê jî serê sibê dest pê kir. Serê sibê polîsan Rêxistina Bajêr a Edîrneyê dorpîç kir. Li vir êrîşê kesên hatin ba hev kirin û hin kes hatin desteserkirin.

Li Edeneyê saet li dor 12'yan  Heyeta HDP'ê hat ba hev. Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan, Berdevka HDK'ê İdil Ugurlu, Hevserokê  DBP'ê Keskin Bayindir, Serokê TÎP'ê Erkan Baş, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Hevserokê berê yê HDP’ê Sezai Temelli, mebûsên HDP'ê Saruhan Oluç, Meral Danış Beştaş, Serpil Kemalbay, Musa Piroglu, Tuma Çelik, Omer Ocalan, Fatma Kurtulan, Dersim Dag, Omer Faruk Gergerlioglu, Zeynel Ozen, Ayşe Acar Başaran, Filiz Kerestecioglu  û gelek endamên saziyên sivîl di nav heyeta dê bimeşe de hebûn.

Li ser navê heyetê Pervin Buldan daxuyanî û heyet ber bi Girtîgeha Edîrne ve ket rê. Heyet li cihek nêzî girtîgehê hat ba hev û dest bi meşê kir. 
- Heyet ji Edîrneyê dê here rawestgeha duyemîn Stenbolê. Li Stenbolê li gelek cihan dê meş û çalakî li dar bikevin.

- Hinek rojnamegerên ku di çapemeniya muxalif de dixebitin ji rê hatin vegerandin. Polîsan nehişt ew bikevin Edîrneyê. Ligel ku di karê rojnamegerî û ji aliyê hiqûqê ve tiştek wisa nîn be jî polîsan tenê kesên nasnameya wan a zer hebû (Wezareta Karên Hundir vê nasnameyê dide) destûr da wan, yên din ligel nasnameyên wan ên rojnamegerî yên saziyên wan hebûn jî destûr nedan wan.

Waliyan qedexe kir

- Waliyên bajarên wekî Tekîrdag, Edîrne, Culemêrg, Wan, Kocaelî, Stenbolê ragihandin ku dê meş û hatina ba hev bêne bisînorkirin. Bi awayekî din hin qedexe danîn ber meşên ku dê bêne kirin.

Baroyên Herêmê piştgirî dan

- Baroyên Herîmê li Mêrdînê hatin ba hev û gotin ku ewê piştgiriya her cure meşên demokratîk bikin.

Serokên Baroyên Herîmî ku di nav de Baroyên  Amed, Agirî Batman, Culemêrg, Çewlig, Dêrsim, Mêrdin, Mûş, Semsûr, Şirnex, Riha û Wan hene ji bo li ser Zagona Parêzeran biaxivin rojên 13-14'ê mehê li Mêrdînê hatin ba hev. Di daxuyaniya encamnameyê de piştgiriya meşê kirin.


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Adriana Lima jî zewicî!

ad

Îro 'Roja Dinyayê' ye

ad

Ji bo jiyanê 10 bajarên herî baş hatin hilbijartin

ad

Di Wêjegeh Amedê de 7 çalakî hene

ad

'Xweseriya Demokratîk modelek ji bo çareseriyê ye'

ad

2009: Li Tirkiyeyê 36 rojnameger di girtîgehê de ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname