Diyarname
Di maçên sêyemîn ên Lîga Şampiyonan de îro li Spanyayê maçeke muhîm hebû: Real Madridê tîma alman Borussia Dortmund kir mêvan.
Di nîveka yekemin de xwediyê malê nexwest hêrs bibe, lê alman jî zede pêş de çûn. Di deqîqeya 30'î de Dortmund bi Donyell Malenî, di deqîqeya 34'an de jî bi Jamie Bynoe-Gittensî 2-0 derket pêş. Nîveka yekemin bi vî awayî bi dawî bû.
ALmanan digot qey piştî du golan ew aram in, wê 3 pûanan bikin bêrîka xwe, lê ji bîr kiribûn ku par di fînalê de jî bi 2-0 têk çûbûn li hemberî heman tîmî.
Her ku Real Madrid e bi xwe bawer bû; bi vê baweriyê ket nava sehayê di nîveka duyemîn de. Di deqîqeya 60'î de bi lîstikvanê xwe yê defansê Antonio Rudiger bi maç anî 2-1'ê. Piştî 2 deqeyan şûmê tîmê Vinicius Junior encam kir wek hev: 2-2. Alman di şokê de bûn. Di deqîqeya 83'an de dîsa li sehayê bû vê carê Lucas Vazquez got ez li vir im û maç bir 3-2'yan Û deqe Junior 86 Junior encam anî 4-2. Êdî taqet jî, hêvî bi almanan re nemabû, lê Realê bêrehmiya xwe didomand; di deqîqe 90+3 de Juniorî got hûn çawa tên mala me û golan diavêjin me: encam bi 5-2 temam kir.
Bi vê serketinê di encama maçên sisêyan de Real Madridê pûanên xwe derxistin 6'an. Dortmund ku piştî 2 maçan di 6 pûanan de bû, di maça sêyemîn de bê pûan vegeriya mala xwe.
MAÇÊN DIN
Di maçên 3'yan ên ku heta niha hatin lîstin de tenê Aston Villa her sê bi dest xistine û xwedî pûanan e.
Maçîn din ên îşev bi vî rengî bi dawî bûn:
- Monako -Stêrka sor: 5-1
- Milan Club Brugge: 3-1
- Arsenal - Şahtar Donetsk: 1-0
- Juventus - Stutgart: 0-1
- Sturm Graz - Sporting Lizbon:0-2
- PSG - PSV: 1-1
- Girona - Slovan Baratislava: 2-0
- Aston Villa - Bologna: 2-0
SIBÊ JÎ MAÇ HENE
Sibê (23'yê mehê) jî 9 maç hene. (Ji bo maçên sibê lînkê bitikînin)
***
Nûçeya Eleqedar:
- Liga Şampiyonan: Maçên girîng, îro û sibê