Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd bi navê "Pira Bakur û Rojava" bi beşdariya nivîskarên ji Bakur û Rojava roja 2'yê adarê dê çalakiyeke li Wêranşarê li dar bixista. Ji bo vê yekê ji Rojava nivîskar Berzo Mahmûd, Konê Reş, Analita Hemo, Abbas İsmail û Deham Ebdulfettah hatibûn vexwendin lê dewletê nehişt ew ji sînor derbas bibin û bên. Ligel vê encamê jî çalakiya hatibû organîzekirin li dar ket.
Di panela ku li Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşanê li dar ket de Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Hevserokê BDP'a Wêranşarê Halis Aktaş ligel rêveber û endamên rêxistinê û bi dehan kesên din amade bûn.
Panela ku wê di du danişînan de li dar biketa, li ser nehiştina hatina nivîskarên Rojava, panel bi danişîneke tenê li dar ket. Nivîskar Rodî Zinar li ser meseleyê wisa got: "Nehiştin hevalên me yên nivîskar ji sînor derbas bibin. Ev eyb e. Sînor li pêşberî nivîskaran nayê qebûlkirin. Bakur û Rojava bi hev ve girêdayî ne."
Piştî axaftina Zinar, panel bi beşdariya nivîskar Azad Zal, Şerefxan Cizîrî, Hogir Berbir, Mehmet Yilmaz û Rizoyê Xerzî li dar ket.