Luqman Guldivê
Li ser minaqeşeyeke hefteya bihurî bivênevê min berê xwe da hizrekê. Hizra xwelîseriya kolektîf. Xwelîseriya kolektîf tiştekî wiha ye ku ku mirov li şûna mîna guran, dema kolektîfekê çêdike, bi hev re nêçîreke serketî bike, yan jî mîna mîrokan karekî bi ser bixe, heta xwe bigihîne aqilekî kolektîf, mirov bêhtir tercîh dike mîna miyan tevbigere. Mînaka guran, ya mîrokan û ya miyan jî mînakên ji bo kolektivîzmê ne. Li di navbera wan de di warê pêkhatina wê kollektîvîzmê de cudahiyeke sereke heye ku ez ê paşê dinivîsê de lê vegerim.
Herçî gurr in, bi armanceke eşkere ya nêçîrê bi hev re weke keriyekî tevdigerin. Di gihandina cêwrikan û parvekirina nêçîrê de pirranî kolektîf tevdigerin. Helbet dîsa dêlegur herî zêde li ber çêlîkên xwe dikeve. Lê di encamê de bi aqlekî kolektîf, xêreke kolektîf a encama xurtiya kolektîf li wan dibe. Nêçîreke ku bi serê xwe nikaribin bikin, radibin bi hev re dibin serî.
Em berê xwe didin mîrokan ji pirrbûneke kolektîf a ecêb hebûna xwe ya cureyî misoger dikin di şert û mercên herî dijwar de. Bi qasî em fêm dikin, ji bo vê aqlekî ajoyî yê kêm, derfeteke bi sînor a danûstandinê bi kar tînin û di encamê de aqlekî mezin ê kolektîf, dibe misogeriya dewama cûreyê wan bi awayekî, bi qasî ku em dizanin gelekî serketî. Ji hev re dibin artêş, ji hev re dibin pirr, ji hev re dibin gelek, ji hev re dibin bend û dikarin hev fedayî hev bikin, lê xwedî stratejiyeke serketî ne.
Gava em berê xwe didin miyan, tiştekî din li hemberî me heye. Li vir ez naxwazim ku rê li ber wê vebe ku bi nihêrîneke bi çavê mirovan mesele di nava hiyerarşiyên civakî de were alegorîzekirin. Bi îtîna dixwazim xwe ji vê yekê vedim. Lewma ev kollektîvîzm jî di encamê de bi kêra dewama cûreyê miyan tê, lê di kalîte û stratejiya xwe de ji wan ên din gelekî cihê ye. Hasil, mî û cûreyên weke wan bi pirrbûnê û bi bihevrebûnê, misoger dikin ku di êrişekê de rêjeyeke kêm ji wan bibin qurbanî. Herçî miyên roja îro ne, ango kedîkirî ne, ev tişt bi parastina şivên xurttirkirin e. Lê ji bo ku keriyê miyan e, jê re çend bizin divên da ku timî li cihekî nesekine, jê re şivanek divê da ku wan bi ser çêrê ve bibe. Ango di kolektîvîzma miyan a roja me ya îro de peywendiyeke girêdanê ya mutleq heye ji bo misogerkirina dewam cûre. Ji ber wê yekê jî weke cûreyên gur û mîrokan stratejiyan wan xwe nasipêre cûreyê wan tenê.
Ha ez ji vê stratejiya kolektîfbûnê re bi Kurmancî dibêjim, xwelîseriya kolektîf û careke din bi îtîna dixwazim îşaret pê bikim ku ev alegoriya ez dikim, ne ji bo piçûkxistina cûreyê miyan e. Lewma ev stratejiya wan kariye cûreyê wan biparêze û diyar e bi kêra wan hatiye.
Niha ev xwelîseriya kolektîf tenê di teşbîha nava civaka mirovan de lê ye, naxwe mirov nikare ti cûreyê heywanan ji ber hebûn û stratejiyên hebûna wan ne mehkûm bike, ne jî pesnê wan bide. Em li civaka mirovan û heta li gazinên civaka xwe vegerin. Yeke û rêxistinên civakî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hene, ji malbatê heta bi dewlet û Neteweyên Yekbûyî jî, xwe bi vê rewa dikin. Heger wiha be, rêxistinên civakî di her astê de bi erkekê radibin. Ya ku wan ji vê erka wan dûr bike, wiha diyar e timî desthilateke ku ji aliyê yên tên xesandin ve, timî weke desthilateke mutleq di ser wan re hatiye dîtin. Ev desthilata hanê yan jî ev desthilatên hanê, heta ji wan tê zêde dixwazin yeke û rêxistinên civakî ên din bin xwe re ne bi têkiliyên hevgirtin û parvekirinê, lê li ser têkiliyên mêhtin û girêdana mutleq, bixin rewşeke hewcedariya mutleq. Ji ber wê ye ku di nava civakên weke mînak Rojhilata Navên de timî her ferd, yeke û rêxistina civakî ji wê desthilata mutleq ku bi pirranî dewlet e, hêviyan dike. Ev rewşa “çavliderîbûnê” a kolektîf jî di rastiyê de tenê mumkin e ji ber ku dewlet yan jî ew desthilatdariya mutleq tê qebûlkirin, korfêmiyên kolektîf ava dike. Di encamê de ji yên herî jêr heta yên herî jor, ferdên civakî, yekeyên wê û rêxsitinên wê timî çavên wan li deriyê wê desthilatê ne ku ew wê mutleq di ser xwe re dibînin. Ha ez ji wê rewşa “çavliderêbûnê” ya kolektîf re ku encama vê korfêmiya kolektîf e, dibêjim, xwelîseriya kolektîf. Gelo ev qeder e? Helbet na û mirov ji xwe dest pê dike bi vê NA´yê. Xwendekar be ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi xwe dilebike, mamoste be ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi zend û bendan vedimale, artêş be, malbat be, eşîr be, bawerî be, milet be jî ev wisa ye. Ya ku bêhtir li civakên serketî yên mirovan tê, ne stratejiya miyan e, lê belkî ya mirokan be.
27.08.2018, Yenî Ozgur Polîtîka