Amed
Şaredariya Licê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Dinyayê bi kurdî pankarta ku têde "8'ê Adarê Pîroz Be" daliqand lê dozgeriyê pankart daxist. Dozgeriyê ji ber ku bi kurdî pankart daliqandiye der barê Şaredara Licê Fikriye Aytin de lêpirsîn da dest pê kirin.
Şaredara Licêya Amedê ya DTP'yî Fikriye Aytin ji bo pîrozbahiya 8'ê ADarê bi kurdî û tirkî li navenda çarşiyê pankart daleqand. Lê Dozgeriya Komarê ya Licê biryara berhevkirina pankartê da û polîsan pankarta bi kurdî daxist. Şaredar Aytin ev daxistina pankartê wekî bêhiqûqiyeke bi nav kir.
Her wiha dozger der barê Aytin de lêpirsîn da dest pê kirin. Di encama lêpirsînê de dê doz bê vekirin an na dê di rojên pêş me de diyar bibe.