Diyarname
Şanoger Yildiz Kenter 17'ê mehê wefat kir. Pirs ew bû ku dê Şanogeha Kenter çi pê bê?
Li Şanogeha Kenter ji bo Yildiz Kenter merasimek li dar ketibû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu gotibû ku ewê piştgirî bidin şanogehê û şanogehê li ser piyan bigirin. Şanogerên din ên tirk jî li ser vê fikrê bûn. Şanogerê navdar Genco Erkal jî bi ser twittera xwe "Dostlartiyatro" re peyamek weşand û got: "Şanogeha Kenter ku emanetê Yildiz Kentera me ya delal e em li ser piyan bigirin. Dostlar Tiyatrosu 22'yê mehê dest bi lîstikên xwe dike. Lîstika yekem Bir Delinin Hatira Defterî (Lênûska Dînekî)."
Şanogeha Kenter ku li Harbiyeya Şîşliya Stenbolê heta niha ji bo çalakiyên kurdan jî gelek caran deriyên xwe vekirine. Heta niha konser, lîstina şanoyê jî di nav de gelek çalikiyan kurdan li Şanogeha Kenter li dar ketine.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Şanoger Yildiz Kenter wefat kir