Diyarname
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê hevdîtina wan a bi hikumeta Sûriyê ku roj 26`ê tîrmehê çêbû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
MSD'ê got ku li ser daxwaza hikumeta Sûriyê, di navbera şandeyek ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk û hikumeta Sûriyê de li Şamê çêvîn çêbûye û got ku armanc ji vê hevdîtinê ji bo destpêkirina diyalogên berfireh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û aloziya Sûriyê di hemû astan de ye. Daxuyanî wisa didome: "Berî van hevdîtinan, li bajarê Tebqayê di navbera komîteyên biçûk ên her du aliyan de hevdîtin çêbûn û di wan hevdîtinan de mijarên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin. Di encama civînê de, biryarên derbarê avakirina komîteyan li ser hemû astan werin avakirin, da ku diyalog û danûstandin werin pêşxistin û bigihêjin bidawîkirina şîdet û şerê ku gel û civaka Sûriyê kire talûkeyê. Ji aliyekî din ve jî nexşereyeke were dayîn ku rê ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî ve were vekirin, hatin girtin."
Ji ANHA'yê hatiye girtin


