• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Dibistan û Kurdî

Dîrok : 09 07 2019 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Li Ewropayê nexasim jî li Almanyayê ji ber sedemên gelekî ji hev cihê, ji bi sedhezaran zarokî tenê qederê 2 hezarî, diçin dersên kurdî. Li Bremenê mamosteyên van zarokan ji xwe re kirine armanc ku hejmara dibistanên dersê li wan didin zêde bikin, û ji bilî dibistanên destpêkê li yên navîn jî karibin dersê bidin. Ji bo vê jî îþaret bi hevkariya mamoste û dê û bavan dikin. Ev hevkarî di warê zimên de ji bo civakeke li derveyî welatê xwe heyatî ye.

Ha niha, vê kêlîkê ez li ser rêya kampeke kurmancî me, wê li welatê Brotonyayê (li bakur rojavayê Fransayê) ji bo zarokan bê amadekirin. 10 rojan zarok wê her sibeh heta nîvrojê beþdarî dersên kurmanciyê bibin û piþtî nîvrojê jî wê anîmasyon (ên ziman) hebin ku zarok her kêlî bi kurmancî re miamele bikin. Ev jî însiyatîfa çend dê û bavan e. Bila ev gotin li vir bin, ezê careke din li dê û bavan, li mamosteyan û her wiha li karsazan vegerim. Niha behsa dibistanê bikim dîsa, lê vê carê bi kurtî.

Li ser dibistanê bi giþtî û dewra wê wekî perwerdekera dewletê min berê gelekî nivîsî bû. Nexasim jî li welatên mîna Almanyayê ku ji rê û resma Bismarckî ve wekî amûreke ferzkirina disîplînê li tevahiya civakê, çûna dibistanê “ferz” e. Yanî ne perwerde û derfeta perwerdeyê ne jî wekheviya wê derfetê ji bo her kesî, lê çûna dibistanê bi xwe ferz e. Axir hin civakên ku nikarin bi temamî benê zarokên civaka xwe bixin destê dewletê, ji berê ve dest bi disbitanên weqfan, dibistanên cemaetên dînî û dibistanên taybet kirine, ku li cem dibistanên dewletê, derfeteke kêm jî be ji civakên xwe re ava dikin.

Ev hersê þêwaz dibistan jî encama razînebûna ji dibistanên dewletê yên heyî ye. Li vir em îfade bikin, çiqas dewlet heta bi mufredatê amadekirina dibistanan ji civakê re bihêle, ev dibistan jî ew qasî demokratîk dibin. Heger em li cihekî bin ku diyarkirina þert û mercên dibistanê û diyarkirina mufredatê dûrî destê civakê be, ew dibistan ew qasî zarokan jî dike yê dewletê û ji civakê dûr dixe. Ji ber wê jî, li vê dinyaya dibistan bi rengekî yan jî rengê din ferz, mirov dikare bi hêsanî bigihîje wê encamê ku her civak dikare bi damezrandina dibistanên xwe wan tesîrên xirab ên dibistanê li ser xwe û zarokên xwe bi sînor bike.

Em gava berê xwe didin civaka xwe, em dibînin ku talûkeya herî mezin nemana zimanê wê ye. Yanî parastin yan jî hînkirina kurdî diþibe yek ji meseleyên esasî. Lê baþ tevî ku tenê li Almanyayê em dikarin bi rehetî behsa mîlyonek kurdî bikin, gelo însiyatîfa çend dibistanan heye? Bi qasî dizanim yek heye li Berlînê û ew jî tevî teþwîqkirina kurdî jî, wê di nava sîstema perwerdeyê û mufredata diyarkirî ya dewletê de bimîne. Lê tevî ku piraniya mufredatê ji berê ve diyarkirî ye jî, mirov dikare bi hevkariya dê û bav, mamoste û karsazên kurd, li alternatîfeke din bifikire. Alternatîfeke ku þêwazê perwerdekirinê hem ji zarokan re û hem ji dê û bavan re maqûl be, zimanê kurdî hem di mufredatê de be û hem jî wekî zimanê hînkeriyê bê bikaranîn (mesela ji 30’yê dersan bi kurdî bê dayîn), û derçûyiyên wê jî serketî bin. Ev faktor hemû bên cem hev, dibistanên kurdî dikarin ji bo wan dê û bavan jî cazib bin ku qet bi kurdî nizanin lê kurd in. Hingê zarokên wan wê bi kurdî zanibin, tevî ku ew bi kurdî nizanin. Ev ê bibe stratejiyeke rihpêanîna bi kurdî.

Li vir a heyatî hevkariyek e; dê û bavên ku amade bin zarokên xwe li van dibistanan qeyd bikin, mamosteyên kurd (ên hemû dersan li Almanyayê hene) ên ku amade bin li van dibistanan kar bikin û karsazên ku amade bin projeyan destek bikin yan jî wekî karekî, xwe bidin ber wan. Ev faktor bên cem hev, li Almanyayê em ê karibin stratejiyeke zîndîkirina kurdî di pratîkê de wekî civak bi cih bînin. Jixwe, ev faktor bên cem hev, ji bo dê û bavan, ji bo þagirtan, ji bo mamosteyan û karsazan jî ev ê bibe projeyeke ku timî karibe dewam bike. Çima na, hema rabin û xwe bidin ber vî barî!

08.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

01 01 2023

Metnên ewilî yên kirmanckî

Metnên ewilî yên kirmanckî

20 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meþûr

Serpêhatiyên Melê Meþûr

08 12 2022

Mala Lîstikê ava

Mala Lîstikê ava

24 11 2022

Ev jî hene

Minaqeþeya maqûl û xweþkirin

Minaqeþeya maqûl û xweþkirin

31 10 2017

Xalê Cemîl, tu extiyar î dîno ez gede me

Xalê Cemîl, tu extiyar î dîno ez gede me

24 11 2018

Referanduma serxwebûnê

Referanduma serxwebûnê

13 06 2017

Geþedana dengê zarokan

Geþedana dengê zarokan

09 01 2021

Etîmolojî û Karne (Qarne)

Etîmolojî û Karne (Qarne)

22 06 2016

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Çorê ARDA

Helbestên Paradoksal ên Melankolîk

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname