Wan
Wan ku bû bajarê mezin ligel navend û navçeyan 14 şaredarî lê hene. BDP'ê kiriye hedef ku hemûyan bi dest bixe.
Rêxistina BDP’ya Wanê ku pêş di civîna ragihandina pêşberendamên ji bo berendamtiya şaredariyê de qetilkirina 3 kurdên li ser sînorê Rojava şermezar kir. Ligel Endamê MP'ya BDP’ê Ramazan Yildiz û Cîgirê Serokê BDP’ya Wanê Azim Yacan gelek kes beşdarî daxuyanî bûn.
Yacan ku daxuyaniya çapemeniyê xwend diyar kir ku, Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Amedê pêş hilbijartinên xwecîhi şov kir. Yacan diyar kir gelê kurd wê bi van tiştan neyê xapandin û bal kişande ser qetilkirina ciwanên kurd ku her roj li sînorên Ozalp, Saray û Çaldiranê têne kuştin.
Piştî daxuyaniyê endamên komisyona Hilbijartinên BDP’eya Wanê jî got ku di serî de Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo her 14 şaredariyên li Wanê bêne bi dest xistin divê pir bixebitin
Di hilbijartina şaredariyan a 2009'an de BDP'ê şaredariya navenda Wanê, ya Bostanîçî, Başqale, Edremît, Mûradiya, Qerqelî û Bajaroka Çelebîbaga Erdîşê bi dest xistibû.
Li navçeyên wekî Bahçesaray, Çildêran, Çatax, Ercîş, Gevaş, Gurpinar û Sarayê jî bi ser neketibû.