Diyarname
Li Tirkiyeyê qedexeyek din hat: Periscope. Bi rêya "Periscope" ku girêdayî Twitter, Apple û Google xelk dikarî bi awayekî zindî weşanê bike. Li Tirkiyeyê gelek kesî ev bikar dianî û weşana yekser pêşkêş dikir. Niha dadgehê biryara qedexekirina wê ya li Tirkiyeyê kir.
Li gor nûçeya Ozger Egrîkar a di rojnameya Hurriyetê de Dadgeha Hiqûqê ya Mafên Binaî û Fikrî ya Stenbolê ev biryara qedexekirinê daye.
Li Tirkiyeyê ligel gelek malperan, weşana navneteweyî Wîkîpedia jî hatibû qedexekirin û hê jî qedexe ye.


