Diyarname
Cenazeya Rêberê DHKP/C'ê Dursun Karataş, li Goristana Taxa Gazî ya Stenbolê hate definkirin.
Karataş ku 11'ê mehê li Hollandayê ji ber nexweşiya qansêrê jiyana xwe ji dest da îro piştî nimêja cenazeşê ya li Mizgefta Yeşîl a li Taxa Gazî, li Goristana Taxa Gazî hate definkirin.
Karataş ev 10 sal bûn ji ber nexweşiyê dihat dermankirin.
Dursun Karataş di 25'ê adara 1952'yan de li gundê Kurdemlika Elezîzê hatibû dinê. Di sala 1970'ê de li Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê qezenc dike û tê Stenbolê. Karataş di sala 1978'an de Dev Solê ava dike, di dema derbeya 12'yê Rezberê de di 30'yê rezbera 1980'yî de tê girtin û 9 salan di girtîgehê de dimîne. Karatay di 25'ê rezbera 1989'an de ji Girtîgeha Bayrampaşayê fîrar dike û derdikeve derveyî Tirkiyeyê.
Di sala 1994'an de di kongreyê de Dev-Sol nav diguherîne û dibe DHKP-c.
Foto ji malpera Gazeteportê hatine girtin