Hesenîkê Lelê
Valahiyeke kûr di xwe de dihewînim. Ne bi kesan ne jî bi tiştan tije dibe. Ez bi ku de biçim, çi bikim tim bi min re ye. jêrevîn ne pêkan û mimkûn e. Carinan rastî keçinan têm, bi angaşta tijekirina valahiya min nêzî min dibin. Nakokiyek heye, pê dizanim; miroveke xwedan valahiya goştî çawa dikare valahiya min a giyanî dagire? Lê çi bikim, xwe ranagirim û bi hêviyên mezin wan pêşwazî dikim, dibêjim vê carê tiştine baş ên ku valahiya min tije bikin dê pêk werin. Bi hemû hêz û taqeta xwe valahiyên wan dadigirim, her ku dadigirim valahiya ku di xwe de dihundirînim kûrtir dibe, dikim ku tê de bixeniqim. Dîsa bi hêviyên şikestî li xwe vedigerim. Lê nabe, her tim kêmasî, valahî û pê re jî lêgerîna jê xelasiyê. Çûnehatinên demdemokî yên jiyanê…
Alkol,cixare û tiryakên dî digihêjin hawariya min. Min ji hiş û êqil xelas dikin. Ew min ber bi warine nediyar ve dibin, mazûbaniyeke esimanî ji min re dikin. Ber bi giyaneke giştî ve diçim, di vê giyanê de dihelim pê re dibim yek. Cihê ku her tişt lê yek e. Ji hemû cudahiyan bi wêdetir, yekbûn. Tixûb û sînoran bi paş ve dihêlim ber bi ‘xwe’-dê û ‘xwe’-zayê ve diçim. Li wê derê dibim ‘xwe’…
Piştre bi ser xwe de têm. Her kes ji ‘xwebûn’ê dûr ketî, wan hemûyan rûpoşek heye. Divê ez jî mîna wan bikim, ji xwe re rûpoşekê dibînim û li xwe dikim, li piştî rûpoşê valahiyeke kûr… Dest bi jiyanê dikim bi lêgerineke beyhûde ya hundirîn. Mirovan guhdarî dikim, di wan de rastî hêlên xwe yên veşartî têm. Lê belê wan deşîfre nakim, li xwe dikim bar, derd û kulên wan. Di hemûyan de valahiya ku ez dixwazim jê xelas bibim dibînim. Her kes hewl dide ku wê bi kesekî yan jî bi tiştekî tije bike. Hemû êş û azara tenêtiya xwe ya bedawî dikêşînin. Lê wan hay jê nîn e ku ev valahî û tenêtî dê her û her hebe, ew cêwiyê me ye. Diya me ev(valahî û tenêtî) bi me re anî dinê. Me hemûyan cêwiyek heye. Her kes dixwaze wî cêwiyî bikuje û xwe aş bike. Lê belê kî wî bikuje dê bibe kujerê xwe. Tiştê ku me dike mirov û dibe afirînerê me ev cêwî bi xwe ye…
Hevalek gazî min dike. Em rûdinin li aliyekî bîra li aliyekî jî dû û dûkela cixareyê. Ez hewl didim xwe da ku gotinên wê fêm bikim. Ji min re qala evîna xwe ya pûçderketî dike. Ez erê dikim her tim wê, lê ya rastîn, ez tehma bîra û cixareyê difikirim. Zikê min têr e vê carê, ji lew re tehmeke zehf mezin digirim ji vexwarinê. Vê gavê tiştê herî girîng ji bo min ev e. Lê hey carinan li çavên wê dinêrim, di wan her du çavan de pêrgî têkçûnên wê têm. Kesê ku ew qal dike, wî armanc goşt bûye ya wê jî ruh û giyana wî bûye. Lihevnehatinek li holê heye û di encamê de dilê wê maye. Her û her dijûnan li wî dike. Ji nişka ve li xwe difikirim. Pêdiviyên xwe yên zayendî difikirim. Goşt encax bi goştî têr dibe, goşt zorê dide min û dixwaze min ber bi kesinan ve bibe. Lê heke ez bi gotina wî bikim ez dê poşman bibim. Daxwaza min jî pirî caran goşt e, ne ruh û giyana kesekî ye. Heke ez bi keçekê re bibim ew dê ruh û giyana min ji min bixwaze. Ez ê çawa karibim dev ji ruh û giyana xwe berdim. Min bi tenê goşt divê. Lê belê ma gelo ez dîsa dikarim berê xwe bidim fahîşeyên laşesar. Di wan de jî goştekî sik û sar heye û ev jî min gelekî ditirsîne. Bi dengê wê vediciniqim û dev ji wan fikr û ramanan berdidim li wê vedigerim. Dixwaze em rabin ez dîsa erê dikim wê, ew pereyan dide û em bi rê dikevin. Ew li çîroka xwe ez jî li çîroka xwe ya jiyanê a hundirîn difikirim. Em mîna du biyan û xerîb in. Di me her duyan de jî valahî û tenêtiyek heye. Em bi wê hatin ji bo rûniştinê û bi wê dîsa vedigerin….
Dîsa nîvê şevekê li odeya xwe me bi tik û tenê. Di berîka min de hinek pere heye, bi wî pereyî diçim ji xwe re bîra û cixareyê dikirim û di nav nivînan de dest bi fikirînê dikim. Li raborî(pêşeroj), dahatû(paşeroj) û rewşa xwe ya îroyîn difikirim. Ji cixareya min têkçûn û serkeftinên min difûrin, di heman demê xweziyên min diperpitin mîna çûkeke dîlgirtî. Xewn û xeyalên min bi rastiyên jiyanê re têkilhev dibin. Bi bandora alkolê nikarim wan ji hev veqetînim û dev ji wan hewldanên xwe berdidim hema çi hatibe hişê min wê difikirim. Geh zarokatiya min tê geh ‘ez’a dahatûya min tê. Ez ji hemûyan re mazûbaniyê dikim. Lê belê valahiya tenêtiya min dev ji min bernade mîna koremarekî reş di şeva reşetarî de tê ber çavê min. Hey lê dinêrim bûye sibê zû. Xwe diavêjim bextê xewa rengemirî bi xweziya ji nû ve şiyarnebûnê…
Evîn ji biçûkatî bi wir de ye her tim di rojeva me de ye. Dixwazim bawer bikim ji hebûna wî tiştî û bi pey dikevim. Heke ez wê bibînim dibe ku ez ji tenêtiya xwe xelas bibim. Piştî hin serboriyan pê dihesim ku heke evîn hebe ji bilî rasthatiniyê tu çareya pêkhatina wê nîn e. Bi tenê îhtimalek e, ev jî êdî ji jiyanê re dimîne, ji destê mirovî tu tişt nayê. Jixwe di xwe de hêza lêgerîna evînê nabînim bi teraliyeke Oblomowî di cihê xwe de disekinim bi valahî û tenêtiya xwe. Serpêhatiyên heval û hogiran ên evîndariyê guhdarî dikim bi pejirandina têkçûna xwe ya lêgerîna evînê. Kefeneke spî difesilînim ji bo evîna xwe ya pêknehatî û reşê wê girêdidim bi hevalbendiya valahiya xwe ya hundirîn…
Di nava qerebalixekê de dimeşim. Mîna mirovekî ku di nava behrê de tî be, ez jî din nav wê qerebalixê de tik û tenê me. Dimeşim wekî dînekî, haya tu kesî ji tenêtiya min nîn e. Kesekî xwedanxêr û xêrxwaz min ranawestîne û ji min napirse ka ez çima ewqasî bi lez dimeşim. Tenêtî û valahî, diyariya wê qerebalixiyê ye ji min re. Her ku diçe lezgîntir dimeşim, dixwazim ji hemû mirovan dûr kevim. Mîna şervanekî di şer de hevalê xwe yê birîndar li pişta xwe dike, tenêtî û valahiya xwe li pişta xwe dikim û ber bi mala xwe ve dimeşim. Gava ku digihêjim malê alkol û cixare dîsa ber bi hawariya min ve tên û min ji hiş û êqil xelas dikin ber bi esimanê ve dibin. Ber bi aştiya hundirîn a bêdawî ve dibin……


