Vê dawiya hefteyê çi çalakî hene?
Diyarname
Di dawiyê vê hefteyê panel, konser, lîstikên þanoyê hin çalakiyên çandî hene. Em wan pêþkêþî we dikin.
- MÊRDÎN
SOHBETA WÊJEYÎ
Li Mêrdînê bi minasebeta derketina romana Serkan Birûsk a bi navê “Du Cihan Yek Jan” sohbeteke wêjeyî li dar dikeve. Di sohbetê de nivîskar Serkan Birûsk û Îrfan Amîda dê amade bin û biaxivin.
21 Gulan, Yekþem, Saet 16.00, Cih Baroya Mêrdînê
- BATMAN
KONSERA ERDOGAN EMÎR
Li salona þanoyê ya Yenîsahneya Batmanê Erdogan Emîr konserek pêþkêþ dike. Konsera wî 21’ê mehê, saet 20.00’an de ye.
- STENBOL
LÎSTIKA ‘DON KÎXOT’
Lîstika þanoyê þa Þanoya Bajêr a Amedê “Don Kîxot” li Çayirocaya Kocaeliyê hat qedexekirin lê vê carê li Stenbolê derdikeve pêþberî temaþevanan.
Lîstika ku ji romana Cervantes hatiye girtin, Dilawer Zeraq wergerandiye û Ferhad Feqî derhêneriya wê kiriye.
22 Gulan, Yekþem, Saet 20.30, Navenda Çanda Kozyatagi ya Kadikoy
23 Gulan, Duþem, Saet 20.3, Navenda Çanda Soganlik a Kartalê.
“PRÎMÎS”
Projeya Dansê ya Serhat Kural a bi navê “Prîmîs” li Navenda Çanda Caddebostanê derdikeve pêþberî hunerhezan.
23 Gulan, Yekþem, Saet 20.30
KONSERA SIYA ÞEVÊ
Koma Siya Þevê vê carê li Taksîmê derdikeve pêþberî muzîkhezan. Siya Þevê bi organîzasyona Chalak Eventesê li Arsen Lupen Taksimê dê konsera xwe pêþkêþ bike.
22 Gulan, Yekþem, Saet 21.00, Ji bo têkilî: 0545 773 9195
- MELETÎ, SEMSÛR, MÊRSÎN
KONSERÊN MURAD DEMÎR
Hunermerd Murad Demîr piþtî Þirnex, Amed û Rihayê, li hin bajarên din vê carê konserê pêþkêþ dike. Li gor bernameyê Demîr 23’yê mehê li Meletî (Navenda Çanda Sabanci), 24’ê meê li Semsûrê (Salona Konferansê ya Þaredarî), 25’ê mehê li Mêrsînê (Þanoya Amfî ya li Parta Ataturk), 26’ê mehê li Edeneyê (Navenda Çanda Yaþar Kemal) dê konserê xwe pêþkêþ bike.
- EWROPA: KOLN - FRANKFURT
KONSERA SAKÎNE TEYNA
Anadolu Quarter û Sakîna Teyna di çarçoveya tûrneya Almanyayê de dawiya vê hefteyê li Koln û Frankfurtê ne. Li gor bernameyê 21’ê mehê dê li Kolnê (Li Kulturbunker) û li 22’yê mehê jî li Frankfurtê (li International Theater) dê konsera xwe pêþkêþ bikin.