Diyarname
Di roja 18'ê mehê de jî bi dehezaran kes ji bo pîrozbahiyên Newrozê li qadan bûn. Gel agirê Newroza 2010'an gur kirin û dengê diruşman bilind kirin.
Îro li cihên wekî Qers, Guroymak, Sirûç, Misirc, Karaz, Bêşebab, Hêne û Pîranê bi hezaran kes li qadan bû û Newroz pîroz kirin.
Hevserokê BDP'ê Sehalattin Demirtaş, Cîgirê Hevserokên BDP'ê Tuncer Bakirhan, endama MP'yê BDP'ê Hatice Çoban, şaredarên BDP'ê û bi hezaran kes beşdarî Newroza li Qersê bûn. Newroza li Qersê li Kolana Cumhuriyetê li dar ket. Hevserokê BDP'ê Demirtaş got ku li vê derê gelê Qersê bi sedsalan kariye bi nasnameyên xwe bijî û di vî qarî de ji bo Tirkiyeyê mînak e û wiha domand: "Ji bo demokratîkbûna Komarê Qers ji bo me modeleke mînak e. Divê her kes bizane ku digel ew qas çewsandin, înkar, zilm, pîjdan, darbe û zalimbûnê jî ger gelê Qersê bi hev re jiyaye çareserî ev e. Biratiya gelan modela me ya çareseriyê ye."
Demirtaş rexne li gotina Serokwezîr Erdogan ku ya ku 'emê sedhezar ermenî dersînor bikin' kir û got ku ger gotineke tê kiri hê jî zihniyeta demokratîk li Enqereyê çênebûye.
Li Hêneya Amedê yekem car bi destûr Newroz hate pîrozkirin. Newroza li Hênê li Sehaya Fûtbolê bi beşdariya endamê MP'ya BDP'ê Mihdî perinçek, Şaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu, Şaredara Licê Fikriye Aytin, rêveberên BDP'a Hênê û gel beşdar bûn.
Li Pîrana Amedê jî li ber avahiya navçeya BDP'ê bi beşdariya mebûsa BDP'ê Emine Ayna, Şaredara Gêlê Petek Çapanoglu, Şaredarê Erxenî Fesih Yalçin, Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner, Şaredarê Cindiyan Mehmet Salık, Nûnerê
Li Karaza Amedê jî yekem car bi coşeke mezin Newroz tê pîrozkirin. Endamên Koma Aştiyê, endamê MP'ya BDP'ê Nizar Buldan, Şaredarê Karazê Remzi Çali û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.
***
Li ser NEWROZ'a 2010'an nûçeyên eleqedar:
- Newroz bi beşdariya sedhezaran dest pê kir
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê