Dîwana nivîskar Jan Dost bi navê "Dîwana Jan" li Dubayî ji aliyê Dezgeha Semakurdê ve hate weşandin.
Di navbera salên 1987 û 1995'an de nivîskarê me Jan Dost gelek helbest nivîsandin. Ew helbest niha di "Dîwana Jan" ku derketiye de hatin weşandin. Dîwan ji sed û pêncî rûpelî pêk têDi pêşgotina vê dîwana klasîk de, Jan Dost balê dikişîne ser perwerdeya xwe ya wêjeyî li malê û tesîra klasîkên kurdan ên li ser wî û helbesta wî. Her wiha ew balê dikişîne ser devjêberdana xwe ya helbestê jî dike. Semakurd jî bi derxistina vê dîwana klasîk ya Jan Dost re dixwaze balê bikişîne ser babetekî girîng û windayî yan jî ji bîr bûyî ji babetên wêjeya kurdî.