Amed
Li Kolana Gevranê ya Yenîşehîra Amedê jina ku wesayîta zirxî lê qelibî wefat kir.
Li Ofîsê li Kolana Gevran ya Yenîşehîra Amedê wesayîta zirxî ya leşkeran li jineke ku navê wê nehat zanîn qelibî. Bi qelibandinê re jin li cihê bûyerê wefat kir. Mirovên li der û dorê civiyan û li hemberî leşkeran nerazîbûn nîşan dan. Hin mirovan jî berê xwe da wesayîta zirxî lê polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî wan kir û ew belav kirin.
Cenazeyê jinikê bi ambulansê ji ser kolanê hat wergrtin.