Diyarname
Tê gotin ku Hikumeta Iraqê bi şertê ku rêveberên Başûr rakirina federasyonê qebûl bikin dê bi wan re li hev rûne.
Nivîskarê rojnameya Welat rojnameger Tayyip Temel îro di quncikê xwe de mesele girt dest. Temel wisa gotiye: "Piştî desteserkirina Kerkûkê, Hikumeta Navendî ya Iraqê ji bo ku Federaliya Başûrê Kurdistanê ji holê rabike û Herêma Kurdistanê daxilî Iraqê bike ket nav hewldanan. Ewil xwestin di warê fermî de navê ‘Herêma Federal a Kurdistan’ ji belgeyên fermî derxînin û li şûna wê navê ‘Bajarên Kurdistanê’ li herêmê bikin.
Tê gotin ku Hikûmeta Heyder Abadî ev yek bi awayekî fermî ji rêveberiyên YNK û PDK’ê re ragihandiye û Bexdayê wekî şertê hevdîtinê daxwaza xwe ya ji holê rakirina federasyonê diyar kiriye.
Li gorî nêrîna Bexdayê divê hêzên pêşmerge tev li artêşa Iraqê bibin, hemû dahatûyê aborî radestî hikumeta navendî bên kirin û her wiha Parlementoya Herêma Kurdistanê jî veguherîne Meclisa Bajarên Kurdistanê. Tê gotin ku Iraq vê daxwaza xwe li ser Herêma Kurdistanê ferz dike."
Temel dibêje Îran rasterast nebe jî li pişt perdeye vê pêngava Ebadî bi rê ve dibe û diyar kiriye ku aqilmendiya vê yekê jî Tirkiye dike. Temel ji bo dijî vê yekê tiştên bê kirin jî ev yek rêz kirine: "Li dijî vê plana xeternak lazim e statuya federasyonê li başûrê Kurdistanê bêparastin. Heke ji wê tawîz bê dayîn, dê neyarên Kurdistanê bigihîjin armanca xwe. YNK û PDK beriya ku li qada navneteweyî bigerin û piştgiriya dewletên cîhanî bixwazin divê ewil aşkera bikin ku ew ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê amade ne. Tekane rêya parastina federasyonê û hemû destkeftiyên Kurdistanê avakirina yekitiya neteweyî ye. Cihê ecêbiyê ye ku hîn jî PDK ji neyar û serdestên Kurdistanê hêviyan dike. Heke ji bo yekitiya neteweyî bilez gavan neavêje dibe ku sibê bibe dereng.