Diyarname
Elî Hesen El Mecîd ku kîmyasal avêtibû Helebçeyê û berpirsê vê bûyerê bû, ku di heman demê de wekî Kîmyasal Elî dihat nasîn hat îdamkirin.
Berdevkê Hikumeta Iraqê Elî Dabbax diyar kir ku Kîmyasal Elî yê berpirsê komkujiya Helebçeyê hatiye îdamkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî a Dabbax, Elî Hesen El Mecîd îro bi daliqandinê hatiye îdamkirin.
Dadgeha Bilind a Iraqê di 17'ê vê mehê de li ser Helebçeyê biryara xwe ya dawî dabû. Li gor biryarê Kîmyasal Elî ji ber kirinên xwe yê li Helebçeyê bi sûca ku li hemberî mirovahiyê kiriye cezaya îdamê lê hatibû birîn.